Li Qoserê pevçûna bi çekan: 2 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê di pevçûna bi çekan de 2 kes hatin kuştin.

Li gundê Qerebendê yê navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de nîqaş derket û nîqaş veguherî pevçûna bi çekan.

M.B.yê 60 salî û G.B.ya 42 salî di encama pevçûnê de li cihê bûyerê mirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman termên her du kesan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.