Li Mehabadê otomobîlek wergeriya: 2 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Di bûyereke trafîkê de li ser rêya Mehabadê 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku bûyer doh êvarê (6ê Tebaxa) li ser rêya sereke ya parêzgehên Mehabad û Urmiyeyê yên Rojhilatê Kurdistanê çêbû.
Birêvebirê Nexweşxaneya Lezgîn a Mehabadê Cemal Xelîlpûr got, "Qeza ji ber wergeriyana otomobîleke cureyê (Quick) çê bûye."
Li gorî gotina Cemal Xelîlpûr di qezayê de 4 rêwiyên otomobîlê birîndar bûn.
Her wiha piştî veguhestina wan a ji bo nexweşxaneyê, 2 birîndarên ku birînên wan giran bûne canê xwe ji dest daye.
Birêvebirê Nexweşxaneya Lezgîn a Mihabadê got, "Rewşa tenduristiyê ya her du birîndarên din jî nebaş e û ew jî tên dermankirin."
Salane li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran kes ji ber qezayên trafîkê dimirin.
Li gorî Saziya Tiba Dadî ya Îranê, ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 20 hezar û 45 kes ji ber qezayên trafîkê mirine.