Bazara Wanê bi geştyarên Îranî geş bû
Wan (Rûdaw) - Piştî bidawîbûna şerê Îran û Îsraîlê û arambûna deverê, geştên xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ber bi bajarê Wanê zêde bûne.
Her çend di meha hezîranê de ji ber aloziyan hejmara geştyaran kêm bûbû jî, di mehên tîrmeh û tebaxê de otêl, xwaringeh û bazarên Wanê dîsa bi geştyaran tijî bûne.
Zêdebûna hejmara geştyaran bandor li rûyê bajêr jî kiriye. Li ser bi dehan dikan, kafe, xwaringeh û cihên şahiyê, li gel Kurdî û Tirkî, nivîs, menû û rênimayên bi zimanê Farisî jî hatine danîn û Farisî bûye zimanê sêyem ê bazara bajêr.
Bajarê Wanê, bi gola xwe, cih û warên xwe yên geştyariyê û hewaya xwe ya hênik, bala geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikşîne.
"Kurd mirovên pir baş in"
Geştyarên ku ji bo ger û geştê hatine Wanê kêfxweşiya xwe ji bajar û xelkê wê tînin zimên.
Geştyara Îranî Mujdeyê got, "Cihê Wanê li Tirkiyeyê pir cuda ye. Bi rastî jî bajarekî taybet e.
Deverên ku meriv bibîne zêde ne. Ji ber ku ez wênegir im, herêmên ku ez ji bo girtina wêneyan lê digerin gelekî xweş in."
Geştyarê Îranî Maziyadê Çeranî jî got, "Ev cara duyem e ez têm Wanê. Bi rastî jî bajarekî pir xweş û paqij e.
Mirovên wê aram, mêvanperwer û xwîngerm in. Li gorî cihên din bihayê wê jî maqûl e."
Geştyara Îranî Fatimayê jî got, "Ez cara yekem e têm Wanê. Bajarê Wanê pir xweş e.
Li gel ku qelebalix e jî aram û xweş e. Bihayê wê jî gelekî baş e. Bêguman ez dê di ger û geştên xwe yên bê de jî werim vir."
Geştyarê Îranî Mihemed Erşed jî got, "Ez ji Tehranê hatime vir. Ji bo em bigerin hatibûn Wanê lê dû re ez li vir mam û min li vir dest bi kar kir.
Bi rastî jî ev der bajarekî pir xweş e. Mirovên wê pir baş in, bi taybetî Kurd mirovên pir baş in."
Her wiha hinek welatiyên Îranê ji bo kar û jiyanê li Wanê.
Farisî li bajêr bûye zimanê sêyem ê bazirganiyê
Îraniyê ku li Wanê dixebite yê bi navê Vehîd Rehîmî got, "Mirovên vir pir baş in û ji hev re bi hurmet in.
Çi Îranî be, çi Tirk, çi Kurd, çi Lor ferq nake. Ez bi xwe Lor im, ji Îranê hatime vir. Ev der ji bo Îraniyan cihekî biha nîne."
Arif Zemanî yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî li Wanê bi cîh bûye jî wiha got, "Navê min Arif e. Ez ji bajarê Xoyê me û ev 6 sal in li Wanê me.
Ez li dîskoyeke Îraniyan kar dikim. Em li vir xizmeta welatiyên xwe yên Faris, Kurd û Tirkan dikin."
Li gorî amarên fermî, di 6 mehên destpêkê yên sala 2025an de, nêzîkî 320 hezar geştyar ji Deriyê Sînorî yê Kapikoyê derbasî Wanê bûne.
Sektora geştyariyê ya bajêr armanc dike ku heta dawiya salê pêşwaziya milyonek geştyarî bike.
Sala 2024an, 720 hezar geştyarên Îranî serdana Wanê kiribûn û dahata salane ya geştyariyê ya bajêr gihiştibû nêzîkî 350 milyon dolarî.