Sêcerî: Kurd xelkê Efrînê ne û divê Artêşa Azad wan biparêze
Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Efrînê, çekdarên hêzên opozisyonê ku hikûmeta Tirkiyê piştgiriya wan dike, di binpêkirinan de berdewam in. Fermandarekî Artêşa Azad û yek ji berdevkên hêza bi navê Artêşa Niştimanî, Mistefa Sêcerî jî ji Rûdawê re ragihand, Kurd xelkê herêma Efrînê ne û erkê Artêşa Azad e ku wan biparêz e.
Welatiyên wê herêmê jî gilî û gazianan ji rewşa xwe ya xirab dikin, ku gelek tawanên giran li dijî wan têne kirin.
Lê ji aliyê xwe ve fermandarekî ji hêza bi navê Artêşa Niştimanî ji Rûdawê re got ku ew van binpêkirinan qebûl nakin.
Welatiyên Efrînê jî berdewam belgeyan li ser kiryarên xirab ên çekdaran belav dikin û daxwaza çareyekê ji bo rewşa xwe dikin, lê desthilata defakto ya Tirkiyê û hêzên çekdar pêgavên praktîkî ji bo çereya vê rewşê nehavêtine.
Binpêkirin li Herêma Efrînê, li dijî welatiyên kurd ên sivîl berdewam in. Rojane nameyên wan welatiyan têne belavkirin ku êdî pêwîst e çareyek ji rewşa wan re bê dîtin, ku zordariya çekdaran ji ser wan bê rakirin. Weke mînak tomara dengî ya kesekî ku tê de daxwazê li grûpên çekdar li Efrînê dike ku kurdekî li wê derê nehêlin.
Ji aliyê xwe ve, berdevkekî ji hêza bi navê "Artêşa Niştimanî" ji Rûdawê re ragihand, ku ew nizanin xwediyê wê tomara dengî kî ye.
Fermandarê Artêşa Azad, Mistefa Sêcerî diyar kir: “Ez tekez dikim, ku ev deng ji aliyê me ve nehatiye naskirin. Em van reftaran napejirînin. Ev reftar tawan in. Birayên me yên kurd, li Efrînê piranî ne, êdî nabe welatiyekî sûrî daxwazê bike ku xelkê Efrînê bêne koçberkirin. Ez li vê derê bi navê Artêşa Niştimanî diaxivim, em bi ti awayî qebûl nakin zordarî li xelkê me yê Efrînê bê kirin.”
Di demekê de, ku binpêkirinên çekdaran li Herêma Efrînê eşkere têne dîtin û belge li ser wan têne belavkirin, herwiha welatiyên vê herêmê rojane behsa wan binpêkirinan dikin, berdevkê bi navê hêza Artêşa Niştimanî red dike, ku ew agahdarî van binpêkirinan bin.
Mistefa Sêcerî dibêje: “Li vê derê, ez bi awayekî fermî diaxivim. Ez tekez dikim ku xwediyê wî dengî, ji aliyê me ve, nenaskirî ye. Em tiştekî li ser vî kesî nizanin. Lê eger em wî nas bikin û bi rastî fermandarek ji Artêşa Azad a Sûrî be, ez tekez dikim ku ew dê bê ber lêpirsînê. Bi ti awayî ev yek nawê pejirandin.”
Berî çend rojan, Tora Medyayî ya Rûdawê jî vîdyoya welatiyekî Efrînê belav kir, ku têde çekdarekî gefa serjêkirinê li wî dike, eger ew 10 milyon lîreyên sûrî nede wan, lê heta niha jî desthilata defakto ya wê Efrînê ew çekdar negirtiye û çarenivîsa welatiyê li jêr gefê jî nehatiye zanîn.
Fermandarê Artêşa Azad, Mistefa Sêcerî behsa wê bûyerê dike û bûyerên wisa weke metirsî bo ser girêbesta civakî ya xelkê Sûriyê bi nav dike û dibêje: “Ez tekez dikim ku ev binpêkirin redkirî ne. Her kesê ku van kiryaran bike tawankar dibe. Ji çend rojan ve, me li ser tora medyaya civakî dît ku kesek gefên kuştinê li welatiyekî dike, eger ew welatî 10 milyon lîreyên sûrî nede. Bi rastî ev kiryar, gefê li ser girêbesta civakî ya Sûriyê dirust dike. Birayên me yên Kurd, welatiyên van navçeyan in û parastina wan ji erkê Artêşa Azad e.”
Welatiyên Efrînê dibêjin ku binpêkirin berdewam in. Hikûmeta Tirkiyê û opozisyona sûrî, ku li Efrînê, desthilata defakto ne, ji aliyê xwe ve, ti gavên praktîkî ji bo rêgiriyê li pêş wan binpêkirinan neavêtine.