Îranê sînorê Hacî Omeran topbaran kir
Soran (Rûdaw) – Îranê bilindahiyên gundê Alane yê ser bi bajarokê Hacî Omeran a Hewlêrê topbaran kir.
Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir ragihand ku vê êvarê (roja înê 07-09-2018) Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê careke din bi siftî daristan û bilindahiyên gundê Alane yê ser bi bajarokê Hacî Omeran a Hewlêrê topbaran kir.
Muxtarê Gundê Alane Ebdullah Husên ragihand ku Supaya Pasdaran a Îranê herdû bilindahiyên Dola Alane û Marên ên li sînorê gundê me topbaran kir û ji ber topbaranê cotkar, hingivvan û ajeldarên deverê, cih û karê xwe terk kirin.
Fermandarekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji Rûdawê re ragihand ku topbaranên Supaya Pasdaran a Îranê piştî wê yekê hat ku Îran ji roja pêncşemê ve car caran wan deveran topbaran dike û topbara îro heta saet 21:30ê berdewam bû.