Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê di 3 mehan de ji budçeyê ji sedî 0 pere wergirtiye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê “zerarê dide welatiyên me, baweriyê kêm dike û binpêkirina destûr û rêkeftinan e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya Xyê plansaziya mafên darayî yên meha Tîrmeh, Tebax û Îlonê belav kir.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku li gor yasaya budçeyê Bexda divê her meh 1.375 trîlyon dînarên Îraqî ji Herêma Kurdistanê re bişîne lê her sê mehan Herêma Kurdistanê “ji sedî 0 ji wê pereyê wergirtiye.”

Mesrûr Barzanî di parvekirina xwe de herwiha anî ziman:

“Neşandina mafên me yên darayî ji aliyê Bexdayê ve ku wek di budçeya federal de hatiye diyarkirin zerarê dide welatiyên me, baweriyê kêm dike û binpêkirina destûr û rêkeftinan e jî.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha li ser şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re negihiştiye rêkeftinekê.