Nûçegihanên Rûdawê 2 xelat standin

Hewlêr (Rûdaw) - Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) xelat da 2 nûçegihanên Tora Medyayî ya Rûdawê.

39emîn Xelatên GGCyê hatin belavkirin û 2 nûçegihanên Tora Medyayî ya Rûdawê hatin xelatkirin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Amedê Abdulselam Akinci bi nûçeya “Demsala Bêmiraziyê” Xelata Nûçeya Kurdî ya Herî Baş stand.

Her wiha Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Enqereyê Şewket Herkî jî bi nûçeya “Çîroka Du Birayên Bêkes û Feqîr” Xelata Mansiyonê stand.

Nûçe û raporên Tora Medyayî ya Rûdawê îsal li cihanê gelek xelat standin.

Herî dawî nûçegihanên Rûdawê Abdulselam Akinci û Şewket Herkî ji aliyê GGCyê ve hatin xelatkirin.

Abdulselam Akinci Xelata Nûçeya Kurdî ya Herî Baş stand.

Şewata li Mêrdîn û Amedê: Miraz di çavan de man

Di şewata ku li gundên di navbera Amed û Mêrdînê ya sala 2024an de 15 kesan canê xwe ji dest da û  çîrokên gelekî diltezîn derketin holê. Yek ji wan çîrokan a ciwanê bi navê Mezher Demîr bû ku heke neşewitiya dê roja şemiyê nîşana wî bihata kirin.

Mezher Demîr û birayê wî Eşîr, ji bo rizgarkirina şivanê gundê cîran çûn hewara wî lê ew jî di nav agir de man û jiyana xwe ji dest dan. Li şûna şahiya nîşaniya wî, li gundê Kelekê yê Şemrexê şîn û girî bilind bû. Destgirtiya wî li ser gora wî hewar dikir û digot, "Axê ji min pirtir ji Mezher hez kir û beriya min ew ji xwe re bir."

Hevkarê me Abdulselam Akinci li ser çîroka Mezher Demîr bi navê” Şewata li Amed û Mêrdînê çîrokên ji mirinê girantir li pey xwe hiştin”raporek amade kiribû û ew rapora wî Xelata Nûçeya Kurdî ya Herî Baş wergirt.

Di şewatê de bi giştî 15 kesan canê xwe ji dest da; li gundê Kelekê 10, li Herberê 3 û li Tobinîyê 2 kes mirin. Li gorî rapora destpêkê ya Serdozgeriya Amedê, şewat ji ber têlên elektrîkê derketiye û bi bandora bayê li qadeke 15 hezar donimî belav bûye. Niha li gundan şîn didome û lêpirsîna li ser bûyerê berdewam e.

Şewket Herkî Xelata Mansiyonê stand

Li aliyê din, Şewket Herkî jî bi nûçeya “COLEMÊRG - Çîroka du birayên bêkes û feqîr: 4 birayên wan ji ber sorikê mirine” Xelata Mansiyonêstand.

Li gundê Şerwênayê yê navçeya Rubarokê ya Colemêrgê, du birayên kal ên bi navê Seyîd (90) û Temer (64) Tekîn, ji ber feqîrî û nebûna xwişkan ji bo berdêliyê, heta niha nezewicîne û jiyaneke bi zehmet û tenêtiyê derbas dikin.

Seyîd Tekînê 90 salî, sedema rewşa xwe wiha tîne ziman: "Min her kar dikir... ti kesî keça xwe neda min. Feqîrî bû, jin nedane min û ji ber ku xwişkên min nebûn min nikarîbû berdêlê bikim."

Temerê 64 salî jî dibêje ku ew hîn jî dixwaze bizewice lê rewşa aborî rê nade wî. Ew poşmaniya xwe ya ku guh nedaye şîretên dê û bavê xwe tîne ziman û dibêje, "Niha jî derfet çêbibe ez dê jinê bînim lê feqîrî gelekî zehmet e... Gelek zêr û mal û milk dixwazin, hêza min têra wan tiştan nake."

Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî li ser çîroka her du birayan raporek amade kiribû. Rapora Hevkarê me hêjayê xekata mansiyonê hat dîtin.