Projeya mezin a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Naturapark

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê bi projeya Naturaparkê li bajêr qadeke kesk a 300 hezar metre çargoşe ava bike ku dê bibe parka ekolojîk a herî mezin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihgand ku ji bo çanda jiyana ekolojîk a domdar pêk bîne ew xebatên xwe didomînin.

Di vê çarçoveyê de, li ser qadeke 300 hezar metre çargoşeyî ya li xaçerêya Bulvara Prof. Dr. Necmettîn Erbakan û Bulvara Feratê ya li navçeya Peyasê (li hemberî Stadyuma Amedê) dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên avakirina parka herî mezin a bajêr bike.

Proje bi parastina darên heyî dê bê çêkirin

Serokatiyê diyar kir ku ew dê di dema avakirina Naturaparkê de darên ku berê li ser qadê hatine çandin biparêzin û dê nebatên nû jî li qadê werin çandin.

Dê rêyên bisîklet û meşê werin çêkirin

Şaredarî di projeya nû de ji bo teşwîqkirina jiyana tendurist dê rêyên bisîkletan, xetên meşê û li xalên cihê yên van rêyan amûrên fîtnesê bi cih bike.

Qada lîstikê ya bêasteng

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan di Naturaparkê de dê ji bo zarokên astengdar qadên lîstikê yên bêasteng ava bike.

Ji bilî komên lîstikê yên klasîk dê li beşên diyarkirî yên qada kesk parkûra "survivor" jî were danîn.

Golên biyolojîk dê di nava parkê de cih bigirin

Şaredarî dê li şûna hewzên klasîk, di projeya nû de cih bide golên biyolojîk û bi vê yekê dê xerckirina enerjiyê bi awayekî berbiçav kêm bike.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan di vê parka nû de her wiha dê cih bide qadên rûniştinê, qadên çalakiyên serbest, WC (jin û mêr), mescîdekê û rêyên gerê.