Xelkê Nisêbînê li stragehan digere

07-10-2016
RÛDAW
Nisêbîn
Nisêbîn
Nîşan Nisêbîn Operasyon PKK
A+ A-

Nisêbîn (Rûdaw) – Li bajarê Nisêbînê 6 taxên kû bêhtir kavil bûne di nav şêniyên navçeyê de wek taxa koçeran têne binavkirin,  xwecihên taxan niha alî bi alî ji xwe re li stareke digerin da ku jiyana xwe bidomînin

 

Malbatên ku xaniyên wan li van taxane, rewşa wan lawaz bûye û ew ji neçariyê  di bin konan de dimînin. Ji Şert û mercên nebaş û kêmbûna derfetan jiyana wan tevde di metirsiyê de ye, her wisa ji bo zivistanê tu tedbîreke wana nîne û ew daxwaza alîkariyê dikin.

 

Malbata Baran bi tevî zarû zêçên xwe piştî ku malên wan kavil bûn ji taxa koçeran koç kirin û xwe spartan binê konan.

 

Di kelegerma havînê de jiyana xwe bi zor zehmet derbas kirin, kêmasiya zad û vexwarinê, kêşeya şûştinê bargiraniyeke mezin e li ser pişta wan.

 

Kereng Baran dibêje ku me tu firaqekê xwe nekarî ji mala xwe derxin û me bi zorê canê xwe xilas kir.

 

Malbata Baran ji ber şer reviyan û hatin ber perê Nisêbînê konê xwe vedan, lê ev der jî ji wan re nebû cih û war. Ji ber ku konên wan şewitîn û alav di mala wan de neman.

 

Keren Barzan dibêje, “Bi xwedê tiştî hatiye serê me pir zor bû, êrîşa dawî ya ser Nisêbînê hema qetlîem bû. Yê nereviya dihate kuştin. Em jî mecbur bûn û me baz da, xanî eşya hemû ma di hundur de.”

 

Ehmed Baran jî got, “Em hatin me çadir veda, beriya 15 rojan du çadirên me jî şewitîn.”

 

Li Nisêbîne şer û pevçûnên di navbera gerilayên PKKê û hêzên dewletê de, 4 mehan dewam kir û 134 roj qedexegerîn hate danîn. Li navçeyê 10 hezar xanî hilweşiyan û hin jî 95 ji sedî tu xebatek nîne di taxên kavilkirî de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst