Stokholm (Rûdaw) – “Ji bo wergirtina mafê penaberiyê, neçar mam ku derewekî bikim. Ev 3 sal in li hêviyê me û di navbera Hewlêr, Stokholm û Tehranê de asê mame. Ti tiştek jî ji destê min nayê.”
Ev gotinên penaberekî kurd e ku niha li bajarê Stokholma Swêdê ye.
Newzad Eladîn ê 33 salî ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye, nikare zarok û hevjîna xwe bibe gel xwe. Jiber ku plana wî, bi fermîbûna pêwendiyên Hewlêr û Skokholmê, hilweşiya.
Zewaca sextet wate kirîna belgeyên hevjîniya kesekî din e. Kesek di bin navê hevjîniya sextet de, kesekî din dike hevjîna xwe û dibe Ewropayê. Weke mînak jinekê li hember 50 hezar dolaran ligel mêrekî hevjîniya sextet kiriye û ew biriya Swêdê.
Ev kar egr eşker nebe, dikeve nav çarçoveya yasayan, lê eger eşkere bibe, cezayê wê giran e. ji ber ku li ser bingehê xapandin û fêlbaziyê tê kirin.
Bi taybetî di nava penaberên kurd de karên wiha pir belav bibû. Lê niha, jiber fermîbûna pêwendiyên Hewlêr û Stokholmê, êdî zehmetir bûye.
Welatiyê bi navê Sîrwan yek ji wan kesan e ku zewaceke wiha kiriye û dibêje, “Beriya niha bi rêya belgeyên sextet me du kes dikirin hevjînên hev. Ma belgenameyên wan dişandine balyozxaneyên Swêdê li Tehran an jî Enqerê. Piştî hevdîtinan di nav 6 heta 12 mehan de, ew kes diçû Swêdê.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê, divêya ew kesên hevjîniya sextet kirine, li ser kaxaz du sal zewicî bimînin û piştî vê heyamê jin û mêr dikarin bêjin em bi hevre naguncin û bi şêweyekî yasayî jihev cihêbibin.
Bi gotina Sîrwan eger sextekariya di vê zewacê de bihata selmandin, dezgeha Koçberan a Swêdê, dest datîna ser pasaporta kesê deportkirî.
Sîrwan ku di nava kurdên Swêdê de weke “Paşayê Zewacên Sexte” tê naskirin, dibêje, min tenê hezar û 500 dolar weke heq ji xwe re distand. Lê bi giştî 30 heta 50 hezar mesref çêdibû.
Navborî diyar dike ku wî berî li Silêmaniyê ev ker kir û lê qezenc kir lê niha ti feydeya karê wî nemaye.
Karê sextekariyê giran bûye
Berî hemû senaryoyên sextet biserdiketin. Lê niha jiber fermîbûna pêwendiyên Swêd û Herêma Kurdistanê, rewşa hatiye guhertin. Niha divê belge ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û carna jî ya Iraqê jî bê piştrastkirin, paşî Swêd werdigre.
Sîrwan dibêje niha divê hemû belgename fermî bin û ji aliyê dadgehên Herêma Kurdistanê jî hatibine morkirin. Paşî Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê mor bike û piştî wê jî Wezareta DErve ya Iraqê jî îmze bike. Heta ev hemû kar neqedin Swêd qebûl nake.
Bi gotina Sîrwan ji ber vê rewşê zewaca sextet zehmet bûye.
Newzad Eladîn ev 5 sal in li Swêdê ye. Ev 3 sal in mafê wî heye ku zarok û hevjîna xwe bibe Swêdê. Lê nikare hevjîna xwe ji Kurdistanê bibe Swêdê. Jiber ku dema ligel jina swêdî zewiciye, di belgeyan de negutiye ku ew li Kurdistanê de jî zewiciye.
Newzad Eladîn ji bo gihiştina Swêdê 25 hezar dolar daye, piştî ku hevjîna wî û zarokên wî jî bigihin Swêdê, divê 25 hezar dolarên din bide.
Newzad heta niha 6 caran ji bo hevdîtinê çûye Balyozxaneya Swêdê ya Tehranê lê ti encamp bidest nexistiye.
Parêzer Lewend Mecîd ku li Stokholmê dimîne, dibêje, niha ji bo karê zewacê rêveberiya Swêdê pişta xwe dide belgeyên fermi yên Herêma Kurdistanê, lewma karê zewaca sextet pir zehmet bûye.
Mecîd li ser mijara Newzad Eladîn jî dibêje, “Divê piştî ku hevjîna xwe ya Swêdî berda, vegere Kurdistanê û ligorî yasayên wir dest ji jina xwe berde û paşî zewaca nû bike. Piştî van karan ji nûve dikare hevjîna xwe vexwîne Swêdê. Lê Newzad vê yekê qebûl nake.
Parêzerê kurd dibêje rewşên wiha gelek çêdibin û tenê di nava 6 mehên derbasbûyî de 5 dosyayên zewaca sextet ya kurdan gihiştiye destê wî û dihemûyan de jî pirsgirêk hene.
Heram e
Mamostayê olî Sefa Mecîd ku niha li Swêdê ye dibêje, “Li gorî yasayên ola Îslamê sextekarî nayê qebûlkirin. Lê zewaca sextet jî heram e û ola Îslamî rê nade.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse