Serokê PAKê: Dr. Nûredîn Zaza rewşenbîrekî zana, dûrbîn û têgihîştî bû

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik ji Komîteya Amadekar a Bibîranîna Dr. Nûredîn Zaza re peyamek şand û tê de got: “Dr. Nûredîn Zaza rewşenbîrekî zana, dûrbîn, têgihîştî bû. Ew ne tenê siyasetmedar herwiha zimanzan, edebiyatzan, nivîskar, rojnamevan, lêkolînerek bû  ku her zanistî ji xwe re wek rêber bijartî bû.”

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik li ser vexwendina wî bo beşdarkirina merasîma ji bo bibîranîna Dr.Nûredîn Zaza, ji Komîteya Amadekar a Bibîranîna Dr. Nûredîn Zaza re peyamek şand.

Mustafa Ozçelik dibêje: “Ji ber ku we em vexwendine vê bibîranînê, li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê,  ez spasîya we dikim. Weke ku hûn jî dizanin, niha ji ber vê xeteriya pandemiya covid-19yê  qedexeya hat û çûyina Ewropayê heye.Mixabin ji ber vê yekê jî ezê nikaribim di rê û resma bîranîna xwedê jê razî Dr. Nûredîn Zaza de amade bibim.”

Ozçelik herwiha spasîya Partiya Demokrat a Kurdistan-Suriyê (PDK-S) dike ku ew bibîranîna li dar xistiye.

Di peyama xwe de Ozçelik bibîr xist ku Dr. Nûredîn Zaza serokê damezrêner ê PDK-Sê bû û got: “Dr. Nûredîn Zaza, rêber, têkoşer, xebatkar û kedkarekî dilsoz û fedakar, çalak û jêhatî , welatperwer yê doza netewî ya miletê Kurd û yê azadîya Kurdistanê bû. Dr. Nûredîn Zaza ne bes siyasetmedarek bû.Herwiha ew kesayetekî pir meziyet bû jî. Dr. Nûredîn Zaza rewşenbîrekî zana, dûrbîn, têgihîştî bû.Ew zimanzan, edebiyatzan, nivîskar, rojnamevan, lêkolînerek bû  ku her zanistî ji xwe re wek rêber bijartî bû. Dr. Nûredîn Zaza di nav siyasetvan, nivîskar, rewşenbîr û dîplomatên Ewropîyan jî de wek kesayetekî nûnerê gelê Kurd dihate nasîn û jê dihate hezkirin. Ew dîplomatekî welatperwer û bişexsîyet bû.”

Serokê PAKê herwiha anî ziman ku ew bi minasebeta 32yemîn salvegera koça dawîya wî, Dr.Nûredîn Zaza bi giramî bibîr tîne û got: “Ez ji Bakurê Kurdustanê rêz û silavên xwe pêşkêşî malbata xwedê jê razî Dr.Nûredîn Zaza, pêşkêşî hemû rêvebir û endamên PDK-Sê û hemû kes û aliyên ku di vê rê û resmê de amadene dikim.”