Emar Hekîm: Me heta niha jî destûra Îraqê bi cih neaniye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tevgera Hîkmetê ya Îraqê Emar Hekîm got, “Me heta niha jî destûra Îraqê bi cih neaniye.”

Wî her wiha peymana dawî ya petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de wekî "mifteya derxistina Yasaya Petrol û Gazê" û çareserkirina pirsgirêkên din bi nav kir.

Li Hewlêrê, Foruma Salane ya Enstîtuya Rojhilata Navîn a ji bo Lêkolînan (MERI) tê lidarxistin ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya wê dike.

Di roja ewil a forumê de mijarên girîng hatin niqaşkirin.

Serokê Tevgera Hîkmetê ya Îraqê Emar Hekîm beşdarî rûniştina bi sernavê “Zehmetiya Avadaniya Dewletê di Nav Dînamîkên Siyasî yên Aloz de” bû.

Emar Hekîm diyar kir ku destûr "peymaneke civakî" ye û 20 salên borî aliyan "ji erkan zêdetir bala xwe dane ser mafan" û got:

"Divê em destûrê bi tevahî qebûl bikin, hem a ji bo me hem jî ya ji bo aliyê din. Divê ev bibe bingeh."

Pirsgirêka Destûra Îraqê

Serokê Şîe got ku Îraq niha di qonaxeke aramiya siyasî, ewlehî û civakî de ye û di qonaxa birêkxistina karan de ye, ji ber vê yekê "demeke guncav e ji bo revîzekirina destûrê."

Emar Hekîm tekez kir ku beşeke mezin a destûrê hatiye bicihanîn lê beşek jê nehatiye bicihanîn û li ser nakokî hene û wiha domand:

“Hebûna nakokiyan ne eyb e lê nekarîna birêvebirina van nakokiyan eyb e.

Divê em bigihîjin rêyeke ku razîbûna her kesî werbigire."

Peymana petrolê: Mifteya vekirina deriyên girtî

Emmar Hekîm derbarê mijara petrolê peymana dawî ya di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekî "nîşaneke mezin" bi nav kir û wiha got:

"Mijareke ku zêdetirî deh salan li ser tê nîqaşkirin, ji sala 2008an ve cihê nakokiyê ye lê sala 2024an em gihiştin dîtineke di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi taybetî derbarê çawaniya temamkirina parvekirina rolan a têkildarî sektora petrolê."

Hekîm got ku derxistina Yasaya Petrol û Gazê dê hêsantir bibe û ev yek "dê bibe bingeha dîtineke hevbeş ji bo birêvebirina sektora petrolê li Herêma Kurdistanê û cihên din, di heman demê de dê alîkariya derxistina Yasaya Petrol û Gazê jî bike."

Hekîm anî ziman ku dema destûr dihat nivîsandin, serkirdeyan zêdetirî hefteyekê li ser madeyên têkildarî petrol û gazê nîqaş kir lê mijarên din ên têkildarî Herêma Kurdistanê tenê du saetan ajotiin û ev yek "tê wateya ku petrol mifteya gelek pirsgirêkên din e."

“Divê dahat di selikekê de be”

Emar Hekîm derbarê pirsgirêkên darayî yên bi Herêma Kurdistanê re jî bal kişand ser wê yekê ku ji sedî 94ê budceya Îraqê ji dahatên petrolê tê û pêşniyar kir ku "dahatên ji her derê tên di selikekê de bên komkirin û paşê li ser bingeha rêje, nifûs û dadweriyê bên dabeşkirin."

Serokê Tevgera Hîkmetê bal kişand ser cudahiya di navbera muameleya bi parêzgehan û Herêma Kurdistanê re û got:

“Dema Wezareta Darayî bi Herêma Kurdistanê re muamele dike, rastî tiştekî wekî karmend û mûçeyan nayê, belkî rêjeyeke diyarkirî ya budceyê ji bo Herêma Kurdistanê tê veqetandin, ji ber vê yekê divê vê rêjeyê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ew jî ji bo mûçe û pêdiviyên din dabeş bike."

Emar Hekîm her wiha got, "Dema ku dahatên petrol û nepetrolê hebin, hesabkirin xwezayî ye, divê were zanîn ka ev dahat çi qas e û paşê ji para Herêma Kurdistanê bi heman pîvanê were dayîn."

Serokê Şîe hêviya xwe anî ziman ku bi rêkxistina herikîna petrola Herêma Kurdistanê bi rêya SOMOyê, dabeşkirina dahatê birêkûpêk bibe.

Gendelî û hilbijartin

Serokê Tevgera Hîkmetê hebûna gendeliyê li Îraqê qebûl kir û got, "Em di rêyeke şaş de ji bo çareserkirina gendeliyê dimeşin, divê binesaziya gendeliyê ji kokê ve were çareserkirin."

Wî derbarê hilbijartinan jî hişyarî da ku hinek difikirin ku dema hilbijartin û rikeberiya siyasî hebe her tişt normal e û got:

“Ev şaş e, divê di vê mehê de wisa neyê tevgerandin ku erka mezin hîn dijwartir bibe, ji ber ku ev serkirde dê neçar bimînin piştî hilbijartinan li hev bicivin.

 11ê Çiriya Paşîn ne dawiya dîrokê ye, destpêka qonaxeke nû ye."

“Em alîgirê herêma îdarî ne, ne ya olî”

Hekîm li ser pirsekê derbarê avakirina herêmeke Şîe û hebûna Heşda Şebî ya mîna Pêşmerge li wê herêmê got:

"Mijara herêmê mijareke îdarî ye. Em ne alîgirê herêmên neteweyî û olî ne û eger bên avakirin, em alîgirê herêmên herêmî û îdarî ne."

Wî diyar kir ku Destûra Îraqê maf dide sê yan zêdetir parêzgehan ku herêmeke îdarî ava bikin, li ser esasên îdarî ne olî.

Hekîm da zanîn ku di qonaxa niha de divê desthilata îdarî ya li parêzgehan were xurtkirin û wiha domand:

“Dema rewş aram bibe û îstiqrar pêk were, ev rastiya destûrî, ji bo kesên ku dixwazin wê bi cih bînin, dê li cihê xwe bimîne û dê di berjewendiya wan de be, lê ez nafikirim ku niha dem guncav be."

Peymaneke nû ya civakî û siyasî ya li ser bingeha lihevkirinê

Emar Hekîm pêwîstiya behsa "peymaneke nû ya civakî û siyasî" ji bo venêrîna destûrê û ducare piştrastkirina ku "ev têgeha destûrê bi pêşketinên ku Îraqê 20 salên dawî jiyaye re lihevhatî ye" kir.

Wî diyar kir ku şertê herî girîng ê vê peymanê "hevsengî û îstiqrara siyasî û civakî ya li welat" e.

Serokê Tevgera Hîkmetê herî dawî got, "Divê ev peyman ne ji bo şikandin an pelçiqandina aliyekî be, divê aliyek rojeva xwe li ser yê din nesepîne, divê li ser bingeha lihevkirinê be."