ÊLIH - Piştî 30 salan hat berdan û bi tilîlî û govendê hat pêşwazîkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Yilmazê ku piştî 30 salan hat berdan, li bajarê xwe Êlihê bi tilîlî û govendê hat pêşwazîkirin.
Abdullah Yilmaz piştî 30 sal û 3 mehan 5ê Çiriya Pêşîn ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Buca Kiriklarê hat berdan.
Nûnerên partiyên siyasî, saziyan, malbata Abdullah Yilmaz û mirovên wî îro li Êliha Bakurê Kurdistanê ew pêşwazî kir.
Piştî pêşwaziya li xaçerêya balafirgehê, Yilmaz bi konvoyekê derbasî mala xwe ya li Taxa Pazaryeriyê bû û li wir jî bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin.
Li ser sehneya ku li ber mala Yilmaz hatibû danîn, bi stranên hunermendên herêmî govend hat gerandin.
Abdullah Yilmaz kî ye?
Abdullah Yilmaz, piştî ku sala 1995an li navçeya Dihê ya Sêrtê hatibû desteserkirin, cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.
Yilmaz di dema 30 salên girtîbûna xwe de bi rêzê li girtîgehên Êlih, Amed, Sêrt, Riha û Îzmîrê ma.