Çekdarên hikûmeta Şamê ciwanekî Kurd revand
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Helebê ciwanekî Kurd ji aliyê çekdarên hikûmeta Şamê ve hat revandin, çarenivîsa wî ne diyar e.
Tevî ku rewş li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê asayî bûye jî grûpên çekdar destdirêjiyên xwe yên li dijî ciwanên Kurd berdewam dikin.
Komeke çekdar a ser bi hikûmeta Şamê ve îro ciwanekî Kurd ê bi navê Îmad Afir Horo revand û hevalî wî reviyaye.
Îmad Afir Horo dema ku ji Eşrefiyê diçû taxa Suryanê, li nêzîkî nexweşxaneya Fransayê hat girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Îmad ji gundê Germrûkê yê Efrînê ye.
Malbata Îmad ji Rûdawê re diyar kir ku ew li gel hevalekî xwe diçû Taxa Suryanê lê dema çekdaran rêya wan girtiye, hevalê wî kariye bireve û xwe rizgar bike lê Îmad ketiye destê wan.
Ji wê demê ve telefona wî girtî ye.