Li Amedê qeza, 12 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûda) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê ya ku 6 otomobîl li hev qelibîn de 12 kes birîndar bûn.
Qeza li ser rêya Amed-Rihayê li devera Qirxaliyê qewimî.
Li gorî agahiyan, 2 otomobîlên bi plakayên 34 HED 931 û 65 ACT 361 û 2 kamyonetên bi plakayên 01 AUR 117 û 21 AEP 853 û du otomobîlên bi plakayên 63 AFB 333 û 34 JV 6099 li hev qelibîn.
Navên şofêran hîn nehatine zanîn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Her 12 kesên ku di qezayê de birîndar bûn, bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Amedê.