Qaymeqamê Amêdiyê: Hîn 160 gund ji ber rewşa ewlehiyê vala ne

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Mayî ragihand ku îsal zêdetirî 121 projeyên xizmetguzariyê bi bihayê nêzîkî 25 milyar dînaran li navçeya wan hatine pêkanîn.

Warşîn Mayî her wiha da zanîn ku hêj nêzîkî 160 gund ji ber rewşa ewlehiyê vala ne.

Qaymeqamê Amêdiyê ji Radyoya Rûdawê re axivî û got, “Îsal 121 projeyên me yên cuda ketine warê pêk anînê, piraniya wan bi dawî bûne û li ser beşek ji wan jî kar berdewam dike.

Buhayê giştî yê projeyan nêzîkî 25 milyar dînaran e.”

Li gorî Warşîn Mayî, di projeyan de giringî bi sektorên rê û ban, çandinî û geştyariyê hatiye dan.

Qaymeqamê Amêdiyê derbarê vejandina sektora geştyariyê de behsa çend projeyên wekî “Kornîşa Şêladizê, Pira Cam a li Sûlavê û rêyên derdora Amêdî û Bamernê” kir ev wekî binesaziyeke giring a sektorê bi nav kirin.

Qaymeqamê Amêdiyê eşkere kir ku zêdetirî 23 projeyên hilberîna geştyariyê yên wekî otêl û cihên geştiyariyê li navçeyê hene ku kar li ser wan tê kirin.

"Me kehreb bir gundan û ji gundiyan re rê çêkirin"

Warşîn Mayî destnîşan kir ku avedankirina gundan yek ji astengiyên sereke ye û got, “Li sînorê navçeya Amêdiyê 356 gund hene lê ji ber rewşa ewlehiyê hîn nêzîkî 160 gund vala ne.”

Mayî di berdewamiyê jî de got,“Ji bo wan gundên ku xelk lê vegeriyane, me hewl daye ku em rasterast xizmetguzariyên wekî kehreb û rêyan ji wan re peyda bikin.

Zêdetirî 8 milyar dînaran jî tenê ji bo rêyên gundan hatiye veqetandin.”

Qaymeqamê Amêdiyê bal kişand ser giringiya sektora çandiniyê û berhemên xwemalî û ragihand ku biryar e 23yê vê mehê li Kanî Masê “Festîvala Berhemên Xwemalî” û di nîvê meha Çiriya Paşînê de jî li Amêdiyê “Festîvala Tehînê” bê sazkirin, ji ber ku li navçeyê zêdetirî 10 kargehên tehînê hene.

Warşîn Mayî derbarê pirsgirêka pereyan a li bankan de got, “Ew pirsgirêkeke giştî ye lê em hewl didin ku kar di projeyan de berdewam bike, bi taybetî jî projeyên rêyên gundan da ku berî demsala baranê bi dawî bibin.”