MERI - Divê dewletên biçûk di cîhana pircemserî de çi bikin?
Helwêr (Rûdaw) - Li Rojhilata Navîn hevsengiyên hêzê ji nû ve tên avakirin û aktorên herêmî û cîhanî hewl didin polîtîkayên xwe li gorî dînamîkên serdema nû biguncînin.
Di paneleke ku di çarçoveya Foruma MERIyê ya li Hewlêrê hat lidarxistin de, pisporan ev veguherîn wekî "encameke xwezayî ya derbasbûna ji sîstema yekcemserî" nirxandin.
Îro li Hewlêrê foruma salane ya Enstîtuya Rojhilata Navîn a ji bo Lêkolînan (MERI) tê lidarxistin.
Di forumê de ku dê du rojan bidome, bi dehan serkirde, dîplomat, akademîsyen û biryarderên payebilind ên ji Îraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê beşdar dibin.
Civîna ku dê du rojan bidome, di demeke hestiyar de tê lidarxistin ku tevahiya herêm di nav guherînên siyasî yên kûr re derbas dibe û pirsên derbarê paşerojê tên rojevê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî dê beşdarî forumê bibin.
Di panela bi sernavê “Di navbera Pircemserî û Mîkrocemseriyê de: Nexşeya Hêzê ya Guherbar a li Rojhilata Navîn” de, pisporên ji Îran, Îmarat, Amerîka û welatên din nîqaş kir ka dê di paşerojê de herêm bibe xwedî çi cure avahiyeke hêzê.
Gelo dê bibe sîstemeke pircemserî ya parçebûyî, mîkrocemserên biçûk an jî têkeliyeke herduyan?
Stratejiya Amerîkayê: Peyman, hêza leşkerî ya sînordar û rikberiya bi Çînê re
Lêkolînera Zanîngeha Johns Hopkinsê û Birêvebira Bernameya MENAyê ya Navenda Stimsonê Randa Slimê, nêzîkatiya Amerîkayê ya salên dawî ya li herêmê wekî "mudaxeleya leşkerî ya sînordar, peymanên aborî û domandina hegemonyayê bi bandora dîplomatîk" pênase kir.
Slimê got, "Siyaseta birêvebiriya Trump li ser wê yekê bû ku ji tevlîbûnên leşkerî yên demdirêj dûr bikeve û bi peymanên mezin ên aborî bandora xwe ya li herêmê bidomîne."
Wê di vê çarçoveyê de bal kişand ser peymanên bi milyaran dolaran ên ku Amerîkayê bi Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratê re îmze kirine.
Slimê her wiha diyar kir ku pêşîneya sereke ya Washingtonê ya li herêmê, li hemberî bandora siyasî û aborî ya zêde ya Çînê ye.
Slimê tekez kir ku ew têgihiştina ku dibêje Amerîka bi temamî ji Rojhilata Navîn vekişiyaye rastiyê nîşan nade û got, "Amerîka tenê şêwaza nîşandana hebûna xwe diguherîne."
Welatên Kendavê: Tifaqên piralî û siyaseta hêza nerm
Ji Akademiya Dîplomatîk a Enwer Gargaşê ya li Ebû Dabiyê Narayanappa Janardhan diyar kir ku welatên Kendavê di sîstema pircemserî de bi avakirina "tifaqên piralî" polîtîkayeke derve ya nerm dimeşînin.
Janardhan got ku welatên Kendavê hewl didin di navbera aktorên wekî Amerîka, Çîn û Îranê de hevsengiyê ava bikin û ji girêdana tam a bi hêzeke derve re dûr dikevin.
Wî bi taybetî bal kişand ser zêdebûna qebareya bazirganiyê ya bi Asyayê re û got, "Bazirganiya Kendavê ya bi Asyayê re, di hinek sektoran de ji bazirganiya bi Rojava re derbas bûye."
Janardhan anî ziman ku welatên Kendavê hewl didin bandora xwe ne tenê bi tifaqên leşkerî, her wiha bi rêya sermaye, teknolojî, hevkariya avhewayê û polîtîkayên pêwendîdariyê zêde bikin û diyar kir ku di warê ewlehiyê de girêdana bi Amerîkayê re hîn jî mijareke nîqaşê ye.
Îran: Lêpirsîna li ser meşrûiyeta sîstemê û lêgerîna alternatîvan
Lêkolînerê Enstîtuya Siyaset û Pêwendiyên Navneteweyî ya Îranê Elîreza Xezalî got ku sîstema herêmî ya heyî di pêkanîna aştiyê de bi ser neketiye.
Xezalî anî ziman ku ji bo gelek Îraniyan, piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê wekî yek ji hêmanên sereke yên ku bêîstiqrariyê li herêmê zêde dike tê dîtin.
Xezalî bal kişand ser tabloya ku piştî şerê Xezeyê derketiye holê û ev pirs kir, "Gelo polîtîkaya derve ya heyî aştiyê tîne, an pevçûnên nû geş dike?"
Balyozê berê yê Îranê yê li Erebistana Siûdî Seyîd Mihemed Huseynî jî diyar kir ku Tehran xwe wekî "stûna dîrokî ya îstiqrara herêmî" dibîne.
Huseynî anî ziman ku di bingeha polîtîkaya derve ya Îranê de serwerî, wekhevî û li dijî destwerdanên derve helwest heye û helwesta alîgir a hêzên derve ya li herêmê rexne kir.
“Divê dewletên biçûk di hevsengiyê de bimînin”
Li gorî encama giştî ya panelê, hat tekezkirin ku di sîstema cîhanî ya pircemserî de, divê dewletên biçûk bi rêya nermbûna dîplomatîk, cihêrengiya aborî û pêwendiyên piralî hebûna xwe bidomînin.
Pisporan ev ev pênaser kir: "Di nav hejandinên jeopolîtîk de avakirina hevsengiyê, ji bo aktorên biçûk pêdiviyeke hebûnî ye."