Li Foruma MERIyê paşeroja Îraqê hat nîqaşkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di panela bi sernavê "Hevkarî û Pêşketin: Berpirsiyariyên Îraqê yên li hemberî Civaka Navneteweyî" ya Foruma MERIyê de rewşa jeopolîtîk a Îraqê, pêwendiyên wê yên bi hevkarên navneteweyî re û pirsgirêkên wê yên navxweyî hatin nirxandin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Balyoza Spanyayê ya li Îraqê Alicia Rico û Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Îraqê Clemens Semtner beşdarî panelê bûn.

Guherîna jeopolîtîk û rola Ewropayê

Balyoza Spanyayê ya li Îraqê Alicia Rico bal kişand ser guherînên jeopolîtîk û cihê Îraqê û tekez kir ku Yekîtiya Ewropayê û Spanya ji bo Îraqê hevkarên girîng in.

Alicia Ricoyê diyar kir ku cîhan ji sîstemeke ducemserî ber bi avahiyeke pircemserî û parçebûyî ve diçe û ev yek jî hevkariyan diguherîne.

Balyoza Spanyayê tekezî li ser girîngiya "hevkariyeke xurt a li ser bingeha serweriya yaseyê, aştî, muzakere û diyalogê" kir  û  wê Yekîtiya Ewropayê wekî "projeyeke avakirina aştiyê di navbera welatên ku li dijî hev şer dikirin" pênase kir.

Ricoyê li ser rola Ewropayê ya li Îraqê got, "Ewropa hevkareke gelekî girîng e. Yekîtiya Ewropayê û welatên Yekîtiyê jî bi heman awayî û ez bawer im ku niha kapasîteya me heye ku em li Îraqê roleke mezintir bilîzin."

Balyoza Spanyayê ku Herêma Kurdistanê wekî pêşengê bi pêşketin û vekirîbûnê dibîne, got:

“Ez bawer im ku Herêma Kurdistanê, ji ber rewşa xwe ya piştî 1991an, derfet dît ku gelekî zêdetir pêş bikeve, nûjen bibe û ji cîhanê re vekirîtir be."

Ricoyê anî ziman ku Îraq bi giştî di qonaxeke nû û xaleke nû ya werçerxanê de ye û tekez kir ku divê zêdetir bal were kişandin ser “hevkariya aborî û bazirganiyê" û "xurtkirina saziyan, rêveberiya baş û avakirina durustiyê.”

Wê derbarê rewşa ewlehiyê jî diyar kir ku tevî beşdariya Spanyayê ya di Koalîsyona Navneteweyî û mîsyona NATOyê de, niha baldariya wan a sereke li ser aliyên din e.

Ricoyê got, "Ez nabêjim baldariya me ya sereke ewlehî ye.

Ez bawer im ku niha dema wê hatiye ku em bi rastî balê bikişînin ser reformên bingehîn ên girîng ên ku welat hewcedarê wan e.”

Ricoyê hewldanên Îraqê yên ji bo dabînkirina ewlehî û îstiqrarê bi qedir nirxand û tekez kir ku gelê Îraqê "bi ti awayî naxwaze vegere pevçûnan û dixwaze ku Îraq ji pevçûnan dûr bimîne."

Pêwendiyên Îraq-Herêma Kurdistanê

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî jî di axaftina xwe de xebatên Wezareta Karên Derve ya Îraqê li çend qonaxan dabeş kir.

Fewzî Herîrî diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Îraqê Îlona 2003an hatiye damezrandin û di çar qonaxan re derbas bûye.

Wî anî ziman ku qonaxa yekem heta vekişîna hêzên Amerîkayê ya sala 2012an bû û di wê demê de Îraq xwedî dîplomatên jêhatî bû û di nav pêwendiyên vekirî de bi cîhana azad re bû.

Bi gotina lê piştî vekişîna Amerîkayê di siyaseta bingehîn de wekî mijarên di warê azadî, bazirganiya bi cîhana azad re û xwedîbûna aboriyeke azad de kêmasî çêbûn.

Herîrî destwerdanên navxweyî yên di siyaseta derve de rexne kir û got, "Li Îraqê 300 berpirsên Wezareta Karên Derve hene. Her roj serokekî partiyeke siyasî destwerdanê di siyaseta derve de dike."

Fewzî Herîrî derbarê pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran re bal kişand li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên cîrantiyê yên herî baş.

Herîrî derbarê Sûriyeyê jî banga hikûmeteke berfireh kir û got, "Divê em kiryarên ku tên kirin bibînin. Divê hikûmeta nû hikûmeteke berfireh be."

Herîrî hişyarî da ku "gefa DAIŞê bi dawî nebûye" û bahsa nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û wiha got:

“Em bawer dikin ku DAIŞ hîn jî gef e. Ew difikirin ku ev gef êdî tune ye an jî hêzên ewlehiyê dikarin pê re rûbirû bibin."

Fewzî Herîrî bal kişand ser bawerî û yekitiya di navbera hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê de û got, "Kêmasiya baweriyê hîn jî heye û di bin re de dikele."

Herîrî her wiha diyar kir ku ew li gel hevkarên navneteweyî dixebitin da ku kapasîteya leşkerî û berevaniyê ya hêzên Pêşmerge zêde bikin.

Fewzî Herîrî bal kişand ser gefên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê û wiha got:

"Wekî ku hûn dizanin, tenê çend meh berê, bêyî agahiya Hikûmeta Federal a Îraqê, hêzên di nav Îraqê de êrişî hemû tesîsên radarê yên artêşa Îraqê kirin û ew bi temamî tune kirin.

Her wiha êrişî hedefên petrol û aborî yên Îraq û Kurdistanê jî kirin."

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê bêdengiya hikûmeta federal rexne kir û got:

“Kes nehat cezakirin, her çend ew bi temamî dizanin kê kiriye lê kesên kirine hîn jî li cihên xwe ne."

Fewzî Herîrî behsa girîngiya beşdarbûna Kurdan di pêvajoya biryardanê de kir û got:

"Eger em bixwazin li pişt hikûmeteke Îraqî bibin yek, divê em hîs bikin ku em beşek ji pêvajoya biryardanê ne lê em wisa hîs nakin û Sunî jî heman hestî parve dikin."

Herîrî li ser hewldanên Herêma Kurdistanê yên ji bo bibe beşdarekî çalak li Bexdayê jî got:

“Bê guman em hewl didin, ji ber vê yekê ji bo Herêma Kurdistanê girîng e ku partiyên siyasî li Bexdayê xwedî hebûneke bihêztir û di mijarên stratejîk de xwedî armanceke pir hevahengtir bin.

Dibe ku di mijarên biçûk de nakokiyên me hebin lê di mijarên stratejîk de divê em yek bin.”

Yekîtiya Ewropayê û piştgiriya ji bo bipêşketina Îraqê

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Îraqê Clemens Semtner behsa pabendbûna Yekîtiya Ewropayê ya bi hevkariyeke demdirêj a bi Îraq û herêmê re kir.

Clemens Semtner diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê li ser bingeha Peymana Hevkariyê ya 2012an dixebite û her sal nêzîkî nîv milyar Euro ji bo piştgiriya Îraqê xerc dike û got:

"Yekîtiya Ewropayê ji bo Îraqê û her wiha ji bo herêmê hevkareke gelekî pêbawer û berdewam e."

Semtner tekez kir ku Îraq ji qonaxa îstiqrara piştî krîzê derbasî qonaxa bipêşketinê bûye.

Semtner derbarê berjewendiyên Yekîtiya Ewropayê jî got:

“Em Îraqeke îstiqrar, aştiyane, bi yekparçeyiya erdnîgarî û axê, demokratîk, bê pirsgirêkên koçberî dixwazin."

Semtner herî dawî bal kişand ser pirsgirêkên aborî yên wekî sektora bankan û guherîna avhewayê.

Her wiha, wî behsa girîngiya diyalogeke vekirî ya derbarê "peymana civakî" ya di navbera pêkhateyên cuda yên Îraqê de kir.