Ebadî siyaseta Îraqê rexne kir: Demokrasî tê berevajîkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê berê yê Îraqê Heyder Ebadî îdia kir ku di pêvajoya hilbijartinê ya niha de "kirîna dengan a ku heta niha nehatiye dîtin" heye û xerciyên hilbijartinê yên ji aliyê hêzên siyasî ve "ji xeyalan wêdetir in."

Ebadî hişyarî da ku ev rewş "demokrasiyê berovajî dike û dibe sedem ku wateya xwe ya rastîn winda bike."

Li Hewlêrê, Foruma Salane ya Enstîtuya Rojhilata Navîn a ji bo Lêkolînan (MERI) tê lidarxistin ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya wê dike.

Serokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî wekî axaftvan beşdarî panela bi sernavê "Zehmetiya Avadaniya Dewletê di Nav Dînamîkên Siyasî yên Aloz de" bû.

Heyder Ebadî diyar kir ku "Îraq îro bi destguhertina aştiyane ya desthilatê serbilind e, hemû serokwezîrên berê hîn jî li welat bi azadî û rêzdarî rola xwe didomînin û ev serkeftineke ku divê were parastin."

Lê belê, wî tekez kir ku "kirîna dengan a di vê astê de nayê qebûlkirin û kêmasiyeke ku divê were sererastkirin e."

Ebadî diyar kir ku wî xwe ji namzediyê di hilbijartinên pêş de dûr xistiye û wiha got:

"Ez naxwazim bibim beşek ji pêvajoyeke berovajîkirî. Ez hîn jî di nav hevpeymaniyê de me û hewl didim encaman bi dest bixim lê erka me ye ku em îtiraza xwe li hemberî van kiryaran tomar bikin."

“Pêwendiyên Bexda û Hewlêrê gaveke erênî ye"

Ebadî bal kişand ser pêwendiya di navbera Bexda û Hewlêrê de û anî ziman ku "peymana dawî ya petrolê gaveke erênî ye ku rê dide hikûmeta federal mûçeyên Herêmê di çarçoveya budceya giştî de bide."

Ebadî got, “Ev ji bo her kesî, ji bo welatiyên Herêmê û ji bo hemû Îraqiyan serkeftinek e.”

Ebadî diyar kir ku Îraq "di qonaxên gelekî xeter re derbas bûye, wekî salên tundûtûjiya mezhebî ya 2006-2007an an jî di dema şerê li dijî DAIŞê de ku hebûna dewletê bi rastî di bin gefê de bû."

Serokwezîrê berê got, "Îraq îro hinek ewlehî, îstiqrar û bextewariya aborî dijî lê kêşeya sereke berdewamî û venegerîna li têkçûnê ye."

Wî derbarê dosyeya "Pirsiyarî û Dadweriyê" de jî got:

“Ev sazî wekî beşek ji dadweriya demkî derket holê û ne mayînde bû lê di pevçûnên siyasî de veguherî amûrekê ji bo dûrxistina rikeberan an jî qezenckirina kesên din û ev yek ne di berjewendiya sîstema siyasî de ye."

Nebûna îradeya gel

Ebadî li hemberî xetereya kêmbûna rêjeya beşdarbûna di hilbijartinan de hişyarî da û diyar kir ku "ji sedî 30ê kesên ku mafê wan ê dengdanê heye, xwedî karta hilbijêr nînin û nîvê kesên ku kartên wan hene jî beşdarî dengdanê nabin."

Heyder Ebadî got, "Ev tê wateya windakirina zêdetirî nîvê îradeya gel."

Serokê Hevpeymaniya Nesir her wiha got, "Her çend ji bo rewabûna hilbijartinan li ser asta cîhanî rêjeyeke diyarkirî tune be jî dema ku sîstemek tenê bi dengên ji sedî 20ê dengdêran were birêvebirin, ev dê ne nûnertiyeke rastîn a gel be.

Divê bingeha hilbijêran were berfirehkirin û beşdarbûna her kesî, di nav de muxalif jî were teşwîqkirin, ji ber ku her dengek wekî avakirina meşrûiyeta siyasî tê hesibandin."