Malbata Ehmed Sofî daxwaza azadkirina kurê xwe dike

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Ehmed Sofî li Dêrikê daxwazê ji aliyên peywendîdar li Rojavayê Kurdistanê dike, ku çarenivîsa wî zelal bikin, daku di demeke herî nêzîk de serbest bê berdan û vegere mala xwe.

 

Di bangeke taybet de ku malbata Ehmed Sofî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandiye, têde hatiye ku di dawiya meha derbasbûyî de, li ser rêya Dêrik û Bane Qesrê ew ji aliyê Asayişa Rojava ve hatiye girtin, lê heya niha tu zaniyarî li ser cih û rewşa wî li cem malbatê tune ne.

 

Malbat dibêje, Ehmed Sofî bavê 4 zarokan e û di warê rojnamevanî û mafê mirovan de kar kiriye, ji ber vê yekê ew daxwazê ji aliyên peywendîdar û saziyên mafê mirovan û rojnavemanan dikin, ku kar bikin, ji bo ku Ehmed Sofî di demeke herî nêzîk de vegere nav zarokên xwe û jiyana xwe bi awayekî normal derbas bike.