Rêveberiya Xweser bersiva hikûmeta Swêdê da

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê têkildarî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom ku gotibû “Em xwe nêzîkî YPGê û PYDê nakin”ragihand ku “Em hêvî dikin ku hikumeta Swêdê helwestên xwe yên bi rûmet biparêze.”

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom eşkere kiribû ku hikûmeta nû ya Swêdê hemû piştevaniyên xwe yên bê merc ji bo YPG û PYD radiwestîne ku Tirkiyê dilgiran dike.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bersiva Billstrom da û ragihand ku, nêzîkbûna wiha bi vî awayî ya Swêdê ji Tirkiyê, dê bibe sedem ku, Swêd bibe hevbeşa Tirkiyê li dijî Rêveberiya Xweser û gelên navçeyê û piştevana terorê.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser dibêje: “Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye bi tevahî pêkhateyên xwe, Rêveberiya Xweser, saziyên leşkerî, sivîl û ewlehiyê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li hember terorê tê dikoşin û di vê çarçoveyê de me gelek fedekarî kir û li ser vê esasê têkiliyên me bi gelek dewletan re xurt bûn û bi saya van fedekariyan dewletên navneteweyî piştgiriya gelê me kir. Ev diyar dike ku têkoşîna me, ji bo mirovahiyê û li şûna cîhanê ye û têkoşîna ji bo aramî û aştiyê ye. Di wê çarçoveyê de, têkiliyeke dostanî û hevkarî bi hikumeta Swêdê û gelê wê re ava bû ku piştgiriya herêmê kir.”

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê da ku Swêd dewleteke xwedî mîras û nirxên demokratiyê ye û got: “Piştgiriya têkoşîna gelên bindest û têkoşer ji bo demokrasiyê dike. Li ser vê esasê têkiliyên me pê re bi pêşketin ku li ser pêkanîna ewlehiyê û afirandina çareseriyeke demokratîk ji welat re, ava bûne. Di çarçoveya mirovî de jî û ji bo pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê, piştgiriya xwe bi gelê herêmê re nîşan da. Ev helwesta gelê Swêdî jî hêjeyî teqdîr û rêzgirtinê ye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar dike ku ew li hember daxuyaniyên wezîrê derve yê nû yê Swêdê xemgîn bûn dema ragihand ku piştgiriya Kurdan an jî YPGê nake û dibêje: “Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wê yên leşkerî bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî şerê DAIŞ’ê dikin, cihê xemgîniyê ye ku em daxuyaniyek wiha ji wezîrê derve yê Swêdê bibihîzin ku tenê ji bo razîkirina dewleta Tirk a dagirker û ji bo pejirandina wê di NATOyê de ye. Em berjewendiyên Swêdê baş fêm dikin lê belê şaş e ku ew berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên têkoşer biparêze ku ew gel jî heta niha li hember terora cîhanî tê dikoşe, di vê demê de hewcedariya wan gelan bi piştgiriyê heye da ku wan hêzên terorîst têk bibe, lê belê qutkirina piştgiriyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryareke ne li gor demokrasiyê ye û li dijî nirxên têkoşîna li dijî terorê ye. Ev radestkirin û serîtewandina ji Tirkiyê re ye, di encamê de jî dewleta Swêdê dê bibe hevkarê dagirkeriya Tirk di siyasetên wê yên li dijî me û gelên herêmê û şerê li dijî terorê de.”

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bang li hikûmeta Swêdê dike cihê xwe di civata navneteweyî de biparêze û diyar dike: “Eger ev yek pêk were dê kiryarek ne hêjayî hikumeta Swêdê û gelê swêdî û dîroka têkiliyên gelê me û gelê Swêdî be, her wiha dê ne hêjayî nirxên wê yên piştgiriya gelên bindest be. Divê hikûmeta Swêdê têkiliya xwe ya domdar a bi gelan re biparêze.”