‘Ji Kurdên Başûrê Afrîkayê silav ji hemû Kurdan re!’

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê îro danasîna belgefîlma Mela Ebubekir Xoşnaw û pirtûka "Stêrka Kurdistanê li Asmanên Cape Townê" hat lidarxistin.

Tora Medyayî ya Rûdawê xwe gihand neviyên zaneyê Kurd Ebubekir Efendî Xoşnaw ku salên 1800î ji Kurdistanê çûbû Afrîkayê.

Yek ji derhênerên Rûdawê Sîrwan Rehîm li ser jiyana Mele Ebuberkir Efendi Xoşnaw belgefîlmek amade kir.

Derhêner Rahîm di heman demê de li ser Mele Ebubekîr Efendî, pirtûkeke bi navê "Stêrka Kurdistanê li Asmanên Cape Townê" ya 190 rûpelî ku belgeyên dîrokî tê de cih digire nivîsand.

Rûdawê, li Herêma Kurdistanê pêşwaziya neviyên Molla Ebubekir Efendî kir û neviyên wî bi eşîreta Xoşnaw re ku xizmên wan ên nêzîk in anî cem hev.

Îro li Sînemaya Empireyê ya li Hewlêra merasîmek ji bo danasîna belgefîlm û pirtûkê hat lidarxistin.

Ji neviyên Mele Ebubekir Efendî Mihemed Zobrî li merasîmê axivî.

Mihemed Zobrî di destpêka axaftina xwe de slav li Kurdên Kurdistanê û hemû cîhanê kir û got:

“Aşitî, bextewarî û hemû bereketên Xweda li ser we bin. Her miletek û gelê wî, her welatek çîrokeke wî ya hêjayî gotinê heye. Gelek çîrokên Kurdistanê jî yên bêhempa hene.

Îro rojek pir girîng e ku ji bo gel dê bibe feyz. Li vir cara ewil dê belgefîlmek bê nîşandan û paşê bê weşandin.

Belgefîlm li ser jiyana 24emîn Muftiyê Weqfa Malbata Herirî ku li Deşta Herîrê ya Başûrê Kurdistanê gelek destkeftî bi dest xistiye vedibêje.

Navê vî kesî Mele Ebubekir Efendi Xoşnaw e (bi navê Ebubekir Efendî tê naskirin). Navê min Mihemed e, ez neviyê Mele Ebubekir Efendî me. Ez di nav gel de bi navê Zobrî tême nasîn.

Ji min xwestin ku ez serpêhatiya derbarê vê belgefîlmê û malbatên Xoşnaw ên li Cape Townê vebêjim.

18ê Kanûna Paşîn a 2023yan, birêz Sûdad Resûl ji min re got, dixwazin li ser Ebubekir Efendî belgefîlmeke Kurdî amade bikin. Wan diyar kir ku xebatkarê televizyona Rûdawê Sîrwan Rahîm derhêneriya belgefîlmê dike.

Rûdaw ji aliyê birêz Ako Mihemed ve tê birêvebirin. Wan got ku ew dixwazin min bibînin û bi min re hevpeyvîn bikin, min jî got ez dê bi dîtina we kêfxweş bibim.

Min û birayê xwe Îsmet, ew  li balafirgehê pêşwazî kirin û himbêz kirin. Cara yekem bû ku ewqasî Kurd li dora me hebûn, ew çar kes bûn em jî du kes.

Di nav 10 rojan de tecrûbeyeke balkêş çêbû. Cara yekem bû ez beşdarbûna belgefîlmekê qebûl dikim. Min ji bo bilindkirina Ala Kurdistanê qebûl kir.

Çêkirina vê belgefîlmê ji bo gelek neviyên Ebubekir Efendî jî bû çavkaniyeke baş. Ev bû sedem ku li xwe vegerin. Ji ber ku gelek ji wan demboriya xwe ji bîr kiribûn.

Bi weşandina belgefîlmê re dilê bi sedan Kurdên li Başûrê Afrîkayê dê bi dilê bi milyonan Kurdan re lê bixe.

Nêzî du meh berê ez ji bo pêşandana belgefîlmê hatim vexwendin. Ez di destpêkê de hinekî dudil bûm, ji ber ku min qet nedixwest ji bajarê xwe yê bedew Cape Townê derkevim.

Ez du hefteyan li Kurdistanê mam û niha jî ez naxwazim dev ji axa bav û kalên xwe berdim. Ez vê axaftinê li ser navê pismamê xwe jî dikim.

Kurdan mînakek bêhempa ya mêvanperweriyê nîşanî me dan. Bi gotin û kirinên xwe re nişandan ku em malbatek in. Me her roj vedixwînin cihekî cuda.

Bi taybetî spasiya Rêvebirê Giştî yê Rûdawê birêz Ako Mihemed dikim ku ji bo rehetiya me her tişt kir û hemû mesrefên me jî li xwe girt.

Ez spasiya birêz Sîrwan Rehîm, Sûdad Resûl û hemû kesên din dikim.

Rêz û silav, bijî Kurdistan, emanetê Xwedê bin!”

Mela Ebubekir Efendî Xoşnaw kî ye?

Mela Ebubekir Efendî sala 1814an li gundê Sîsawayê ya navçeya Herîrê ji dayîk bûye.

Ebubekîr Efendî ji eşîra Xoşnawê ye.

Bavê wî ji aliyê Osmaniyan ve hat kuştin

Piştî dagirkeriya navçeyê, sala 1863an ji Sîsawayê çû Stenbolê. Di vê demê de Îngilîzan name ji Osmaniyan re şandibû û daxwaza mamosteyekî olî kiribû.

Osmaniyan Ebubekîr Efendî li şûna Kurdistanê ew şand Cape Townê.

Mele Ebubekir Efendiyê ku 18 salên jiyana xwe li Cape Townê derbas kir, di sala 1880an de li wir wefat kir.

Ji roja yekem a çûyîna Afrîkaya Başûr ve, wî ji bo xwendina zarokên xwe bi taybetî jî zarokên keç gelekî ked daye.

Alimê Kurd li bajêr dibistana keçan vekir û bi sedan xwendekar perwerde kir.

Mele Ebubekir Efendî ji ber xizmetên xwe madalyaya Siltan Ebdulezîz wergirtiye. Mele li ser ol û zanistê 8 pirtûk nivisandine û li pey xwe mîrayteke mezin hiştiye.

Îro hêjmara neviyên Ebubekir Efendî digihêje 2 hezarî û li her aliyê bajêr û di muzexaneyan de bîranînên wî heye.