BELGEFÎLM - Rûdawê xwe gihand Kurdên li Afrîkayê

07-11-2023
RÛDAW
Belgefîlma Rûdawê ya bi navê "Stêrka Kurdistanê li Asmanê Cape Townê” hat pêşandan
Belgefîlma Rûdawê ya bi navê "Stêrka Kurdistanê li Asmanê Cape Townê” hat pêşandan
Nîşan Ebubekir Efendî Xoşnaw Belgefîlm Stêrka Kurdistanê li Asmanê Cape Townê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê xwe gihand neviyên zaneyê Kurd Ebubekir Efendî Xoşnaw ku di salên 1800î de ji Kurdistanê çûbû Afrîkayê.

Belgefîlma Rûdawê ya li ser Ebubekir Efendî Xoşnaw hatiye amadekirin a  bi navê "Stêrka Kurdistanê li Asmanê Cape Townê” îro li Hewlêrê hat pêşandan.

Mela Ebubekir Efendî di sala 1814an de wekî zarokekî malbateke ji eşîra Xoşnawan li gundê Sîsawayê yê navçeya Herîrê ya Hewlêrê hatiye dinê.

Sala 1863an koçî bajarê Cape Townê yê Başûrê Afrîkayê dibe.

Zanayê Kurd Ebubekir Efendî Xoşnaw sala 1880î koça dawiyê dike.

Mela Ebubekir Efendî ku 18 salên dawî yên jiyana xwe li Cape Townê derbas kiriye, ji roja yekem a çûyîna xwe ya Başûrê Afrîkaya ve taybetî ji bo ku keç fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, kedeke mezin dide.

Zanayê Kurd li wî bajarî dibistaneke keçan vedike, ew bi sedan xwendekarên keç perwerde dike.

Ebubekir Efendiyê ku ji ber xizmetên xwe “Madalyaya Siltan Ebdulezîz” wergirtiye, mîrateke mezin li pey xwe hiştiye û 8 pirtûkên wî yên li ser dîn û zanistê hene.

Îro hejmara neviyên Ebubekir Efendî digihêje 2 hezarî û li bajêrê Cape Toewnê derbarê wî abîdeyek û çend muzexane hene.

Belgefîlmek hat çêkirin û pirtûkek hat nivîsandin

Yek ji derhênerê Rûdawê Sîrwan Rehîm ket li pey şopên Mela Ebûbekir Xoşnaw çû bajarê Cape Townê.

Sîrwan Rehîm li wî bajarê li ser jiyana zanayê Kurd lêkolîn kir, bi neviyên wî û şûngirên wî re hevdîtin kir û belgefîlmek li ser wî amade kir.

Sîrwan Rehîm herwiha bi navê  "Stêrka Kurdistanê li Asmanê Cape Townê” pirtûkeke 190 rûpelî jî nivîsand.

Îro li Sînemaya Empireyê ya li Hewlêra merasîmek ji bo danasîna belgefîlm û pirtûkê hat lidarxistin.

Tora Medyayî ya Rûdawê jî li Herêma Kurdistanê mazûvaniya neviyên Mela Ebubekir Efendî kir û yekem car ew bi xizmên wî yên ji eşîra Xoşnaw re anî cem hev.

Ji aliyê Osmaniyan ve hatiye şandin

Binemala Mela Ebubekir Efendî digihije serdema Xanedaniya Soranê.

Wî jî herwiha di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navê "Biyan Aldîn" de nivîsiye ku ew ji dûndana Mîr Zeydîn kurê Mîr Silêman kurê Mîr Mihemed kurê Mîr Ebdullahê ji xanedaniya Soranî ya Bexda-Şarazoyê ye.

Çîroka Ebubekir Efendi ya çûyîna Başûrê Afrîkaya gelekî balkêş e.

Osamanî piştî kuştina bavê wî dikujin dest danîn ser erdê weqfê ku ji sedî 80ê axa Herîrê ye.

Ebubekir Efendî bi belgeyên xwe ji Sîsawayê diçe Stenbolê da ku mafên weqfa olî ya malbata xwe vegerîne.

Di vê demê de, Îngîlîz nameyek ji Osmaniyan re dişîne û dibêje ku ew mamosteyekî olî dixwazin, Osmanî jî wî li şûna Kurdistanê dişîne Cape Townê.

Cape Town paytexta qanûnî yê Başûrê Afrîkayê ye û bajarê herî kevn ê wî welatî ye. Nifûsa niha ya wî bajarî ji 4 mîlyonî derbas dibe.

Her çiqas neviyên Ebubekir Efendî îro zimanê xwe yê zikmakî ji bîr kiriye jî, wan ti carî eslê xwe ji bîr nekiriye.

Wan paşnavên Xoşnaw û Kurd nifş bi nifş li xwe kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst