Mesrûr Barzanî bi ciwanan re rûnişt

07-11-2025
RÛDAW
Mesrûr Barzanî bi ciwanan re rûnişt / Wêne: Rûdaw
Mesrûr Barzanî bi ciwanan re rûnişt / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Ciwan Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, "Ji bo budceya sala 2026an, em bi ti awayî qebûl nakin ku bi vî şêwazî bi hikûmeta federal re bikevin nav gotûbêjan."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh di civîneke li gel hejmarek ciwanan de pirsên wan bersivandin.

"Ji 2013an ve hikûmeta Îraqê rê nade tayînê"

Mesrûr Barzanî derbarê kar û derfetên kar got:

"Du cure kar hene, yek karê di sektora taybet de û ya din jî di sektora giştî de.

Ji sala 2013an ve hikûmeta Îraqê rê nedaye tayîn werin kirin, tiştê ku hatiye kirin hemû girêbest bûye.

Ev yek bûye astengiyeke mezin li pêşiya tayînkirina kesên nû di sektora giştî de."

Mesrûr Barzanî da zanîn ku sektora taybet dikare gelek derfetan ji ciwanan re peyda bike û got, "Di van çend salên borî de 140 hezar derfetên kar hatine peydakirin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir û got:

"Projeyên me yên din jî hene, wekî projeya bipêşketinê, ji bo wan ciwanên ku dixwazin karsaziya xwe bikin yan jî mezin bikin.

Ev proje ji bo wan ciwanan berdewam e û hikûmet dikare alîkariya wan bike."

"Hejmara Min ne tenê ji bo mûçeyê ye"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa sektora aborî û sîstema bankê ya li Herêma Kurdistanê kir û got:

"Beriya her tiştî divê binesaziyeke me ya aborî ya dirust hebe ku mixabin nebûye.

Wekî mînak, her welatiyek bixwaze ji hesabê xwe yê bankê deyn wergire da ku karsaziya xwe pê bike, mixabin ev sîstem nebûye.

Yek ji karên herî girîng avakirina hesabên bankê ji bo welatiyan e da ku sûdê ji xizmetguzariyan wergirin.

Ji bo vê em li Hejmara Min fikirîn. Gelek kes bi şaşî hatin têgihandin ku ev tenê ji bo mûçeyê ye.

Belê rast e, me bi mûçeyê dest pê kir lê eger binesazî were avakirin, welatî dikare sûdmend bibe û derfetên kar jî bi dest bixe."

"Em berhemên xwemalî ji bo Kendav, Ewropa û Amerîkayê jî dişînin"

Mesrûr Barzanî li ser hilberandinê jî got:

"Yek ji karên me, bipêşxistina sektora çandiniyê bû.

Me gelek caran didît ku cotkarên me ji ber nebûna bazarê berhemên xwe davêtin ser rêyan, çimkî kesî ji wan nedikirî.

Bi bernameya me, hikûmetê sîloyên mezin ava kirin û me deriyên mezin ên hinardekirinê jî vekirin ku niha berhemên me ji bo gelek welatên Kendavê, Ewropayê û heta Amerîkayê jî tên şandin.

Vê yekê jî kir ku gelek kes berê xwe bidin çandiniyê û gelek derfetên kar derkevin holê."

Mesrûr Barzanî beşek ji axaftina xwe ji bo sektora geştyariyê veqetand û anî ziman:

"Di sektora geştyariyê de, bê guman ev yek gelek derfetên kar peyda dike.

Gelek kes tên serdana Kurdistanê û pêdiviya wan hemûyan bi xizmetguzariyê heye, çi cihê mayînê be, çi otel, motel, xwaringeh an kafeterya be, yan jî her amrazekî xizmetkirina geştyaran be.

Em dikarin çavê xwe li wê yekê bigirin ku geştyarên ku dikarin pereyên zêdetir xerc bikin werin Kurdistanê, çimkî ev hemû vedigere ser sektora aborî ya Kurdistanê.

Me gelek bi hûrî kar kiriye ku di vî warî de em girîngiyeke mezin bidin hemû deverên Kurdistanê.

Van hemûyan derfetên kar peyda kirine."

"Me ji kompanyayên mezin ên cîhanê xwestiye ku werin Kurdistanê"

Mesrûr Barzanî derbarê planên xwe yên ji bo kabîneya bê got:

"Beşeke din ku ez dixwazim di kabîneya bê de girîngiyê bidimê, sektora pîşesaziyê ye.

Divê ew ên ku ji zanîngehan derdiçin û şiyana wan a kar heye, girîngiyê bidin vê sektorê, her wiha em kompanyayên teknolojî û zanistê bînin Kurdistanê.

Me ji hemû kompanyayên mezin ên cîhanê xwest.

Eger em bi wan re bigihêjin rêkeftinekê, dê beşek ji kompanyayên xwe bînin Kurdistanê, hem dê şarezayiyê bînin û hem jî dê derfetên kar peyda bikin."

"Di hikûmeteke federal de tiştekî bi navê mûçeyê nîne"

Mesrûr Barzanî behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û rexne li miameleya hikûmeta Îraqê ya li gel Herêma Kurdistanê girt û da zanîn:

"Ev miameleya niha ya hikûmeta federal a li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê şaş e, çimkî di hikûmeteke federal de tiştekî bi navê mûçeyê nîne.

Divê budceya herêmê were terxankirin, ne mûçe.

Budceya hikûmeta Îraqê çi qas be bila be, divê ji sedî 14 ji bo Herêma Kurdistanê be.

Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê jî berpirs in ji çawaniya miamelekirina bi budceya Kurdistanê re."

Mesrûr Barzanî da zanîn ku niha Bexdayê wisa kiriye ku Wezareta Darayî ya hikûmeta federal destê xwe bixe nav hûr û girê karên Herêma Kurdistanê û got:

"Ji aliyekî ve rê li ber tayînê digirin, ji aliyekî din ve budceyê wekî xwe naşînin, ji aliyekî ve jî ew beşa mûçeyê ku dişînin kêm e.

Niha tiştê heyî ew e ku ew miameleyê bi Herêma Kurdistanê re dikin, petrol û dahata me ya navxwe dibin û careke din li me vedigerînin.

Ev ne minet e û nabe ku bê gotin hikûmeta federal budceyê ji bo herêmê dişîne.

Wan bi ti awayî budce neşandiye. Ew pereyên ku ji vir dibin, bi navê mûçeyê bi nîvco vedigerînin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha got:

"Dema ku wan hinardekirina petrolê rawestand, beşeke mezin a dahata herêmê rawestiya.

Dema ev yek rawestiya û hikûmeta Îraqê jî mûçe neşandin, tevgera bazirganiyê kêm bû û bazar nema.

Van hemûyan zextek li hikûmeta herêmê kir da ku bikeve bin zexteke mezin a aborî."

"Aliyên mixalefetê xwest bêjin hikûmeta herêmê mûçe nade"

Mesrûr Barzanî rexne li helwesta mixalefetê ya di mijara mûçeyê de girt û anî ziman:

"Her çi qas aliyên mixalefetê xwest bi awayekî din vê rastiyê nîşan bidin û bibêjin hikûmeta herêmê mûçe nade jî ev ne rast e.

Berê mûçe jî dihat dayîn lê aliyên siyasî yên di nav Herêma Kurdistanê bi xwe de bûn ku daxwaz ji Bexdayê kirin ku rasterast mûçeyê bişîne û destê xwe bixe nav rewşa darayî û aborî ya Herêma Kurdistanê."

"Vê yekê rê xweş kir ku bi navê dadgeh, aliyên siyasî û desthilata hikûmeta federal, destê xwe bixin nav kar û barên Herêma Kurdistanê û budce û mûçeyê wekî xwe neşînin."

"Dema budce bê dabînkirin pirsgirêkên me namînin"

Mesrûr Barzanî got:

"Yasaya budceyê di dawiya vê salê de bi dawî dibe.

Ji bo budceya sala 2026an, em bi ti awayî qebûl nakin ku bi vî şêwazî bi hikûmeta federal re bikevin nav gotûbêjan.

Ez berî demekê bi Serokwezîr re axivîm û min jê re got, em hikûmeteke federal in û sîstemeke federal heye.

Hikûmeta herêmê berpirs e li hemberî çawaniya dabeşkirina budceyê.

Eger baş be yan xirab, parlamento û çavdêriya me ya darayî heye, bila ew hesabê ji hikûmetê bixwazin lê li Bexdayê mafê te yê wisa nîne."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman:

"Vê carê em dê tekezî li ser dabînkirina budceyê ji bo Herêma Kurdistanê bikin.

Eger ev yek çêbibe, ez dikarim bibêjim ku em dikarin tiştan wekî pêwîst bi rê ve bibin û pirsgirêkên me jî çênabin lê divê Bexda jî pêbend be."

"Xewnek bû ku bû rastî"

Projeya Ronahiyê (elektrîka 24 saetî) beşeke din a axaftina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû û da zanîn:

"Xewnek bû ku gelek kesan digot pêk nayê.

Niha jî hikûmeta Îraqê piştî xerckirina 200 milyar dolarî nikaribû elektrîka 24 saetî dabîn bike.

Me mucîze neafirandiye, me tenê reformek kiriye.

Me sala 2023yan ev biryar da, me par dest pê kir û Înşallah sala 2026an dê hemû Kurdistan bibe xwediyê elektrîka 24 saetî."

Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman:

"Beşeke zêde ya pereyên ku ji bo elektrîkê dihatin xerckirin, ji hikûmetê re venedigeriyan.

Hikûmetê her sal 2,5 milyar dolar ji bo elektrîkê xerc dikir û 24 saet jî nebû.

Tenê 500-700 milyon ji hikûmetê re vedigeriya, yanî 2 milyar dolar ji hikûmetê diçû ku ew pere yê xelkê bû."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst