Li Rihayê pevçûna bi kêran: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi kêran de kesek mir û 3 kes birîndar bûn.
Li navenda bajêr di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket û ev nîqaş veguherî pevçûna bi kêran.
Di pevçûnê de 4 kes birîndar bûn û kesên li derdorê ew veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.
Abdullah S.yê birîndar li nexweşxaneyê mir.
Polîsan ji bo girtina kesên ku tevlî pevçûnê bûne dest bi lêkolînê kir.