Li Meletiyê karkerek ji avahiyekê ket û mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, karkerek dema ku li avahiyekê dixebitî ket û canê xwe ji dest da.
Dema ku Alî Karadag li taxa Tecdeyê ya li navenda bajêr, li înşaetekê dixebitî ji cihekî bilind de ket.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Wan Karadag bi ambulansê rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Hasan Çalikê lê ew nehat rizgarkirin.