Li Dêrsimê efserek mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji ser pirê ket û efserê artêşa Tirkiyeyê Haydar Îbrahîm Yilmaz mir.

Qeza li ser rêya di navbera Dêrsim û Erzinganê de li herêma Xarçikê qewimî.

Otomobîla Haydar Îbrahîm Yilmaz ji kontrolê derket û ji ser pirê ket.

Li ser agahdarkirinê, tîmên Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), tenduristî û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman piştî xebatekê Haydar Îbrahîm Yilmaz ji otomobîlê derxist lê diyar bû ku ew di cih de miriye.

Cenazeyê Yilmaz piştî lêkolîna li cihê bûyerê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Parêzgar û Qeyûmê Şaredariya Dêrsimê Şefîk Aygol li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û mirina Yilmaz ragihand.