Nasnameyên 10 gerîlayan hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 10 gerîlayên eşkere kir.
HPGyê ragihand ku wan gerîlayan di navbera salên 2008 û 2010an de li herêmên cuda yên Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
HPGyê di daxuyaniya xwe de got, “Bi îdeolojiya Apoyî xwe kirin milîtanên yeman û hewl da erkên xwe bi serkeftî bi cih bînin.”
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku wan gerîlayan “di serdemên girîng ên têkoşînê de di salên 2008, 2009 û 2010an” de canê xwe ji dest daye.
HPGyê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re xwest.
Agahiyên li ser nasnameyên 10 gerîlayan wiha ne:
Agirî Mukriyan: Navê wî yê fermî Huseyîn Mam Qadirî ye û li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û 2008an li Zapê canê xwe ji dest daye.
Şiyar Serdar: Navê wî yê fermî Huseyîn Taşkin e li Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 21ê Adara 2009an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Koçer Tîrêj: Navê wî yê fermî Turgut Bunul e li Mereşa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 2010an li Cûdiyê canê xwe ji dest daye.
Şiyar Milîtan: Navî wî yê fermî Azîz Gurbuzer e li Xarpêta Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 17ê Tebaxa 2010an li Selmasê canê xwe ji dest daye.
Zinar Sertav: Navê wî yê fermî Serdar Karabal e li Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 2010an li Amedê canê xwe ji dest daye.
Şervan Şoreş: Navê wî yê fermî Abdurrahîm Uçar e li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye 20ê Tîrmeha 2010an li Zapê ji dayîk bûye.
Tolhildan Ejder: Navê wî yê fermî Adem Yumlu ye û li Qersa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 24ê Tîrmeha 2010an li Seqizê canê xwe ji dest daye.
Erdal Tekoşer: Navê wî yê fermî Yakup Tuncer e li Mûşa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û sala 2010an li Xakurkê canê xwe ji dest daye.
Afat Colemêrg: Navê wî yê fermî Eşref Demîr e û li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 4ê Tebaxa 2010an li Kelareşê canê xwe ji dest daye.
Rohat Eruh: Navê wî yê fermî Ahmet Nas e li Sêrta Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 24ê Çiriya Paşîn a 2010an Kelareşê canê xwe ji dest daye.