Dêrsim (Rûdaw) - Berfa ku îsal di 30yê Mijdarê de dest pê kir bi qasî 5-6 rojan piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê xist jêr bandora xwe. Yek ji devera ku berfek zêde lê dibare jî qezaya Pilûr a Dêrsimê ye. Berf û balinc herçend bi xwe re ber û bereketê bîne jî lê di werza zivistanê de barê jiyanê li mirov û ajelan duqat girantir dike.
Berf û balincê wekî xêliyeke sipî bi ser qezaya Pilûrê de konê xwe vegirtiye. Li derdora rêyan şepeyên berfê cî bi cî gihêştiye yek metirî. Berfa ku îsal li gor sala par mehekê zûtir bariye, jiyan li vê deverê zor û zehmetir kiriye.
Welatiya bi navê Zeynep Akdogan ji Rûdawê re wiha got: “Zor û zehmetiya me pir in. Îsal berf zû barî. Bêyî ku em bi başî amadekariyên xwe bikin, berfê bi ser me de girt. Lê par ne wisa bû. Sala borî gellek dereng barî. Piştî gaxan/sersalê berf barî.”
Li berpala Çiyayên Mûnzûrê havîn çiqas hênik û xweş be jî zivistan bi sar û seqemê jiyanê ditevizîne. Paqijkirina berfê yek ji karê serekî yê niştecihên Pilûrê ye. Ji ber ku hema bigire her dor pûk û berf der û berê xaniyan tije dike.
Xaniyên ku hîn banê wan ax e, divê piştî her barîna berfê bên paqijkirin. Ji bo xanî dilop jî nekin divê bi loxê bên loxkirin.
Welatî Îbrahîm Gun jî got: “Berf baş e. Dema berf li çiyan pir dibare, av zêde dibe. Îsal berf zû barî, lê belê beriya ku berf bibare hîç baran nebarî. Îsal hema balincê yekser bi berfê dest pê kir. Li gor par û pêrar berf baş hatibe, lê bîst sal berê 3-4 metirî berf li vir dibariya. Li gor hingê ev berfa ne ti tişt e.”
Berf ne tenê jiyana mirovan jiyana ajelên kovî jî zehmed dike. Ajelên kovî carna bi keriyan carna jî wekî vî berazî tik û tenya ji bo alif dadikevin newalên kûr û keviyên çeman.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse