Kurdên Êzdî cejna Rojiya Êzî pîroz dikin
Şingal (Rûdaw) – Her sal di meha Kanûnê de beşeke ji Kurdên Êzdî rojî digrin û roja çarem dikin cejn û yek ji merasîmên wan serê sibehê serdana goristana xwe dikin.
Sêvê Biro hatiye serdana goristanê û dibêje ku ew di cejnê de şîv çêdikin û sibehê têne goristanê û ji bo xêra Xwedê û paya miriyên xwe ji zarokan re belav dikin.
Di gelek cejnan de beşeke ji Kurdên Êzdî berê xwe didin mezargehan û dua dikin daku wan Êzdiyên di destê DAIŞê de werin rizgarkirin.,
Welatiya bi navê Behar Mehmûd ji Rûdawê re diyar kir ku ew têne mezargehê û dua dikin, herwiha dibêje ku ew dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe.
Cejna Rojiya Êzî di salê de rojek e û Kurdên Êzdî di vê rojê de serdana hevdu dikin û cejna hev pîroz dikin.
Welatiyekî Kurd ê Êzdî dibêje ku diviyabû xelkê Şingalê bi hev re cejna xwe kiriba.
Cejna Rojiya Êzî li ba Kurdên Êzdî gelek giringiya xwe heye û bi taybetî li cem feqîran.