Mezlûm Ebdî ji medyaya Îsraîlê re axivî: 'Dor tê Kurdan'
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî hişyarî da ku paşeroja Sûriyeyê bi piştgiriya Amerîkayê û tevlîkirina HSDyê ya nav hikûmeta nû ve girêdayî ye.
Mezlûm Ebdî bal kişand ser bûyerên li Siwêda û beravên Sûriyeyê û got, "Li Laziqiyeyê 2 hezar Elewî hatin kuştin. Li Siwêdayê hezar Durzî hatin kuştin. Dema ev hovîtî li dijî Durziyan dihat kirin, peyam ew bû ku 'dora Kurdan e'.
Ebdî behsa peymaneke destpêkê ya bi navê "Peymana 10ê Adarê" kir ku armanc jê ew e HSD bibe beşek ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê.
Mezlûm Ebdî li Hesekê ji rojnameya The Jerusalem Postê re axivî û behsa metirsiya DAIŞê, paşeroja Sûriyeyê, pêwendiyên bi Amerîkayê re, rola Serok Nêçîrvan Barzanî, rewşa Elewî û Durziyan û sîstema nenavendîbûnê kir.
"Alîkarî kêm bûye"
Mezlûm Ebdî di hevpeyvînê de bal kişand ser siyaseta Serokê Amerîkayê Donald Trump û got:
"Ji dema ku Serok Trump USAID kêm kir an jî betal kir, hêza me ya mirovî û piştgiriya mirovî ya ji bo birêvebirina kampa DAIŞê ya Holê pir kêm bûye.
Alîkarî kêm e û personelên ewlehiyê kêm in. HSD niha neçar e van pêdiviyan ji budceya xwe dabîn bike da ku ewlehiya kampê biparêze."
"Em spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî dikin"
Ebdî her wiha bal kişand ser piştgiriya Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û got:
"HSD ji ber piştgiriya Serok Nêçîrvan Barzanî gelekî minetdar e û em spasiya wî dikin lê derfet heye ku zêdetir kar were kirin."
Ebdî tekez kir ku nêrîna wan û ya Serok Barzanî ya li ser "pêwîstiya sîstema nenavendî (decentralization) li Sûriyeyê" hevpar e.
"Pêdiviya me bi piştgiriya Kongreyê heye"
Ebdî behsa pêdiviya Sûriyeyê ya bi nenavendîbûnê kir û anî zimên:
"Em di Sûriyeya nû de li xaçerêyeke gelekî girîng in. Beriya Koalîsyona Navneteweyî, me li vir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûbirûyî metirsiya DAIŞê bû.
Niha gelek navendên me yên girtinê, malbatên DAIŞê û şaneyên razayî yên DAIŞê hene ku hîn jî li vir çalak in.
Em hîn jî di êrişên DAIŞê yên li Reqqa, Dêrazor û deverên din de leşkeran didin."
Li gorî agahiyên ku Ebdî dane, zêdetirî 26 navendên girtinê û sê girtîgehên sereke hene ku bi giştî nêzîkî 10 hezar girtiyên DAIŞê yên mêr tê de ne.
General Ebdî wiha pê de çû:
"Artêşa Amerîkayê her tim hewl dide balê bikişîne ser têkoşîna li dijî DAIŞê.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) û Amîral Brad Cooper hene ku gelekî piştgir in, lê artêşa Amerîkayê hewcedarî piştgiriya siyasî ya zêdetir a Kongreyê ye."
Peyama ji bo Trump: "Divê piştgiriya HSDyê bike"
Ebdî destnîşan kir ku Serok Trump dixwaze Sûriyeyê "careke din bike welatekî mezin" û got:
"Di vî warî de divê ew piştgiriya HSDyê bike. Divê HSD tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bibe û HSD di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de cih bigire.
Alîkariya Amerîkayê di mijara nenavendîkirina desthilatê li Sûriyeyê de gelekî pêwîst e."
Peymana 10ê Adarê û tevlîbûna HSDyê
Mezlûm Ebdî behsa rêkeftinekê kir û got:
"Peymaneke me ya destpêkê heye ku li herêmê wekî 'Peymana 10ê Adarê' tê naskirin.
Em bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack û artêşa Amerîkayê re civiyan.
Me behsa tevlîbûna xwe ya nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê û Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê kir."
"100 hezar leşkerên me hene"
Ebdî eşkere kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 100 hezar leşkerên wan hene ku 70 hezar jê şervan û 30 hezar jî polîs û asayîş in.
Fermandarê HSDyê li ser hûrgiliyên tevlîbûnê got:
"Me li hev kiriye ku em sê tûgayên HSDyê û du tabûrên taybet biparêzin.
Yek ji wan dê balê bikişîne ser ewlehiya sînore û ya din jî tabûra jinan e û em hemû dê bibin beşek ji Wezareta Parastinê.
Amerîka niha fêm dike ku ev yek ji bo me girîng e da ku em yekparçeyiya xwe biparêzin dema ku em bi artêşa niştimanî re hevkariyê dikin."
"Em Ehmed Şer nas dikin"
Mezlûm Ebdî bal kişand ser Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer (Colanî) û got:
"Em Ehmed Şer ji dema ku serkêşiya Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) dikir nas dikin.
Tecrubeyên me yên berê bi hev re hene û em cewhera hêzên wî baş dizanin. Ev cihê ku hûn niha lê ne, 10 sal berê di bin kontrola HTŞyê de bû."
"Peyama 'Dor tê Kurdan' tê dayîn"
Mezlûm Ebdî bûyerên li Laziqiye û Siwêdayê bi bîrxistin û got:
"Niha Ehmed Şer kar dike da ku Rojavayê qanih bike ku şanseke nû bidin Sûriyeyê, lê hîn jî nîgeraniyên rastîn li ser erdê hene.
Li Laziqiyeyê 2 hezar Elewî hatin kuştin. Li Siwêdayê hezar Durzî hatin kuştin.
Dema ev hovîtî li dijî civaka Durzî dihatin kirin, vîdeo dihatin belavkirin û peyam ew bû: 'Dora Kurdan e'."
Pirsgirêkên tevlîbûnê û rola jinan
Ebdî diyar kir ku HSD koalîsyoneke ji Kurd, Erebên sekuler, Mesîhî û etnîkên cuda ye û got:
"Pirsgirêkên mezin di yekkirina hêzan de hene. Em dê çawa tabûra jinan tevlî bikin?
Tabûrên wan ên jinan qet nînin û em nikarin şervanên xwe yên jin veqetînin."
Rola Îran û Tirkiyeyê
Li ser pirsa bandora Îran û Tirkiyeyê, General Ebdî bersiv da:
"Hêzên Amerîkayê li Hewlêrê ji nû ve bi cih dibin. Şopa Îranê niha kêmtir e.
Her çend Îran niha lawaztir be jî hîn hewl dide komên wekîl (proxy) ava bike.
HSD amade ye bi Amerîka û hêzên din ên çalak re bixebite ji bo parastina Sûriyeyê."
"Bihêzbûne Ehmed Şer girêdayî wî ye"
Di dawiyê de Ebdî li ser Ehmed Şer got:
"Em hîn nizanin ka ew dê bihêztir bibe yan lawaztir. Ev bi wî ve girêdayî ye.
Eger ew aqilane tevbigere û bixwaze pêdiviyên gelê Sûriyeyê bi cih bîne, dikare bi ser bikeve.
Sala 2026an dê bibe saleke diyarker. Divê Amerîkî roleke hevsengtir bilîzin.
Alternatîfa HSDyê nîne, pêdiviya me bi guherîneke rasteqîn ji aliyê Ehmed Şer ve heye, ne tenê sozan."