Li Wanê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tuşbayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,6 pileyan rû da.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Tuşbayê ya Wanê erdhej çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 22:17an çêbûye û hêza wê 4,6 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 6,11 kîlometre bûye.

AFADê diyar ragihand ku li gorî zanyariyên destpêkê, ji ber erdhejê ti ziyanên madî û canî çênebûne û li qadê kar û xebatên wan berdewam in.