Li Qers û Erdexanê berf dibare, bajar û zozan spîçîl bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers û Erdexanê berf dibare.
Li Qersê barana ku bi şev dibariya cihê xwe ji berfê re hişt.
Ji ber berfê navenda bajêr spîboz bû.
Tîmên Şaredariya Qersê dest bi xebatan kir.
Li navçeya Sarîqamîşê jî berfeke zêde dibare.
Stûriya berfê li navenda navçeyê gihişt 10 santîmetreyan û li pîstên qonaxa duyem ên Navenda Kaşûnê ya Sarîqamîşê jî gihişt 15 santîmetreyan.
Tîmên girêdayî Midûriyeta Herêmê ya 18an a Rêyên Bejahî xebatên paqijkirin û xwêkirina rêyan dikin.
Welatiyan jî berfa li ser otomobîlên xwe paqij kir.
Li Erdexanê jî berf heye
Li Erdexanê jî berf dibare.
Deverên bilind ên bajêr bi berfê spî bûn.
Zozanên di navbera Erdexan û Artvînê de di bin berfê de man.