Dihok li hêviya baranê ye lê gelo metirsiya lehiyê heye?

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Av û Avrêjên Dihokê Yûnis Cano got, “Sîstema me ya avrêjan dikare ji sedî 30-35ê avê bikişîne.”

Li seranserê Kurdistanê çav li hêviya baranê û xêr û berê wê ne.

Birêvebiriya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê derbarê pêleke bihêz a baranê û egera çêbûna lehiyê hişyarî da.

Li Dihoka ku salên borî rastî lehiyên mezin hatibû jî hemû tîmên pêwendîdar ketine rewşa amadehiyê.

Birêvebirê Av û Avrêjên Dihokê Yûnis Cano beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû qala rewşê kir.

"Tîm li xalên krîtîk in"

Yûnis Cano diyar kir ku tîm li qadê ne û got:

"Me wekî Birêvebiriya Av û Avrêjan, îro 6 tîmên xwe tevî alavên pêwîst li xalên krîtîk ên wekî Kolana Danielle Mitterrand heta taxên Malta û Zirkayê belav kirine.

Her wiha her du birêvebiriyên şaredariyan bi 25 tîman, li gel tîmên Parastina Sivîlan û Rê û Piran di amadehiyê de ne."

"Metirsiya lehiyê kêm bûye"

Wî derbarê wan deverên ku berî du salan ketibûn bin bandora lehiyan got ku pirsgirêkên li deverên wekî Rûbarê Hişkerû, Beroşkê, Gelî, Nizarkê û Masîkê bi rêjeyeke mezin hatine çareserkirin û wiha axivî:

"Li Rûbarê Hişkerû û derdora wê metirsiya lehiyên mezin ji sedî 30 kêm bûye."

"Sîstema avrêjan têrê nake"

Yûnis Cano da zanîn ku tê pêşbînîkirin ji îro heta sibê li navenda bajarê Dihokê nêzîkî 100 milîmetreyan baran bibare.

Wî destnîşan kir, ji ber ku tê pêşbînîkirin baran hêdî hêdî bibare, metirsiya rabûna lehiyên mezin ne zêde ye lê bal kişand ser kêmasiyên jêrxanê jî:

"Sîstema avrêjan li bajêr têra wê yekê nake ku hemû ava baranê derbas bike, kapasîteya heyî tenê dikare ji sedî 30 heta 35ê avê bikişîne bin erdê.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê masterplaneke me hebû lê qeyrana darayî ya berî 10 salan li pêşiya pêkanîna wê bû asteng.

Ji ber topografiya Dihokê, ava deverên bilind û newalan ber bi Rûbarê Hişkerû ve diherike."

Rayedarên Dihokê bangî welatiyan kir ku di dema baranê de hişyar bin û alîkariya tîmên hawarçûnê bikin.