Li Dîlokê 3 barhilgir şewitîn, rêya Dîlok-Rihayê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li ser Rêya Bilez a Tarsûs-Edena-Dîlokê (TAG), li nêzîkî Gişeyên Rojavayê Dîlokê qezayeke zincîrî çêbû.
Hat diyarkirin ku 3 barhilgirên ku barê wan dexl bû li hev xistiye.
Piştî qezayê agir bi her sêyan ket.
Li ser agahdarkirinê gelek tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Ji ber qezayê aliyê rêya Dîlok-Rihayê ji trafîkê re hat girtin.
Xebata tîman a ji bo vemirandina êgir didome.