Li Cizîrê pêngaveke nû: ‘Kezî’ ji bo feqîran dibe hêvî

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji bo malbatên feqîr dikaneke alîkariyê vekir.

Şaredariya Cizîrê li taxa Cûdiyê ji bo malbatên kêmdahat û feqîr dikaneke alîkariyê ya bi navê "Kezî Dikana Hevgirtinê" vekir.

Hevseroka Şaredariya Cizîrê Guler Yerbasan di merasîma vekirinê de axivî û got:

"Li vê derê armanca me ew e ku em hevgirtina di navbera gel, jin û zarokan de mezintir bikin.

Bi vê armancê jî me îro ev dikan vekir.

Heta niha di nava salekê de me alîkariyên wekî cil û berg û xwirekê dane 3 hezar malbatan."

Li dikanê xwirek, cil û berg û kel û pelên dibistanê tên belavkirin.

Ew alîkarî ne wekî pere lê wekî kel û pel ji aliyê şaredariyê ve di nav esnaf û dikandarên navçeyê de tên komkirin.

“Em li ser navê gel didin gel”

Berpirsa Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Cizîrê Nergîs Antê jî wiha anî ziman:

"Me dît ku rewşa şaredariyê ya aboriyê ji hinek tiştan re ne baş e lê malbatên me gelek in ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û tengasiyê dikişînin.

Ji ber wê me biryar da ku Kezî Dikana Hevgirtinê vekin.

Li vê derê malbatên me yên ku rewşa wan ne baş e em dê tesbît bikin.

Ev ne tiştekî ku şaredarî kel û pelan bikire û li ser xelkê dabeş bike.

Me ev yek ji xwe re nekir armanc.

Em van alîkariyan ji gel werdigirin û li ser navê gel didin gel.

Me xebateke wiha meşand û xebata me jî gelekî baş bi rê ve çû."

Malbatên kêmdahat piştî ku serlêdanê dikin, ji aliyê tîmên desteya aboriyê ya Şaredariya Cizîrê ve tên destnîşankirin.

Piştî vê prosedurekê, ew malbat li dikanê dest bi wergirtina alîkariyan dikin.