Navenda Nûçeyan –Hat ragihandin ku êrişkarek yê tevlî bûyera Parîsê bibû radest bû.
Polîsê Fransa duhî nasnameya 3 êrişkarên ku li avahiya kovara Charlie Hebdo li paytexta Fransa 12 kes kuştin û 11 kes jî birîndar kirin, diyar kiribû.
Hat zanîn ku ji 3 êrişkerên welatiyên Fransa Seîd Kouachî (34) û Cherif (Şerîf) Kouchî (32) birayê hev in.
Êrişkerê 18 salî Hamîd Murad ku di bûyerê de çek bi kar neanîbû vê sibê rasdestî polîsên Fransa bû.
Polîsan diyar kirin ku birayên gumanbar li Parîsê dijîn û got, dema ku bi otomobîla dizîn direvin nasnameya xwe xistiyê tê de.
Tîmên dijî terorîstan îro sibê operasyon li bajarê Reimsê ku Hamîd Murad lî wî bajarê dijiya, kirin.
Herwiha hat gotin ku sabiqaya Cherif Kouachî hebû. Sala 2008ên Kouachî dema dixwaze ligel komek terorîst derbasî Iraqê bibe tê girtin û 18 meha li girtîgehê tê razandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse