Cenazeyên pêşmergeyên Rojava li zêdên wan hatin veşartin
Dêrik (Rûdaw) – Cenazeyên 4 pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên ku di şerê Şingalê de şehîd bibûn, gihîştin Rojava û ji aliyê girseya gel ve hatin pêşwazîkirin.
Duh li devera Şingalê, 4 pêşmergeyên Rojava di şerê DAIŞê de şehîd bibû.
Cenazeyên wan îro bi rêya deriyê sînorî yê Sêmalka re derbasî Rojava bû û ji aliyê bi sedan kes ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî merasimê, cenazeyên wan li gund û zêdên wan hatin definkirin…
Malbatên wan şehîdan dibêjin, ew heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê dê li ser rêçka şehîdên xwe bimeşin…