Galeriya wêneyan

08-01-2020
14 Photos
RÛDAW

Paşmayiyên wê moşeka ku ji aliyê Îranê ve hatibû avêtin û li nêzikî qezaya Berdereşê ketibû xwarê, ji aliyê hêzên emnî û berpirsên îdareya navçeyê ve hatin dîtin.

Rence Cemal, peyamnêrê Rûdawê li nêzikî navçeya Berdereş ragihand ku ew cihê ku moşek lê ketiye xwarê, kîlometrek ta kîlometran ji navenda qezaya Berdereşê dûr e û herwiha got jî, “Piraniya perçeyên wê moşekê li dewrûberê navçeyê ketine û berpirsên navçeyê mijûlî komkirina paşmayiyên wê moşekê ne.”

Îro berbangê sibehê, moşekek li derdora qezaya Berdereşê kete xwarê. Li gor gotinên rûniştvanên navçeyê, dengekî gelek bilind di encama ketina wê moşekê de çê bûye, lêbelê jibilî ziyanên madî ku ber bi çend mal û dukanan ketiye, ti ziyaneke canî çê nebûye.

Supaya Pasdaran a Îranê, îro bi daxuyaniyekê ragihand ku binkeya Amerîkayê li Iraqê kirine armanc. Li gor Fermandarê navendî yê Artêşa Amerîkayê jî, Îranê 15 moşek arasteyî Iraqê kirine ku 10 ji wan moşekan arasteyî binkeya Eyn El Esed kirine û moşekeke din jî li parêzgeha Hewlêrê ketiye.

Peyamnêrê Rûdawê li Hewlêrê ragihand, yek ji moşekan li nêzikî firokexaneya Hewlêrê ketiye xwarê û moşekek jî li nêzikî qezaya Berdereşê li parêzgeha Duhokê ketiye xwarê. Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê ketina wê moşekê li nêzikî Hewlêrê ragihand ku di encama wê bûyerê ti ziyanek çê nebûye.