Li Reqayê meşa girseyî: Êrişên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hatin şermezarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî meşeke girseyî ya li bajarê Reqayê bû û êrişên komên çekdar ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê şermezar kirin.

Meş ji Hola Mişwarê dest pê kir û ber bi çerxerêya Panoramayê ve berdewam kir.

Şandeyek ji Meclisa Gelan a Demokratîk, Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sazî û dezgehên sivîl û leşkerî û şêniyên Reqayê beşdarî meşê bûn.

Di meşê de pankartên ku êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê şermezar dikin û daxwaza rawestandina van êrişên ducare dikin hatin hildan.

Her wiha di meşê de Alîkarê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebd, Hevserokê Meclisa Rêveber a Reqayê Mişlib El-Turkan û Berdevka Kombûna Jinan a Zenobiyayê Fewza axaftin kirin.

Di axaftinan de êrişên li ser xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hatin şermezarkirin û piştgiriya ji bo berxwedana wan hate nîşandan.

Di dawiya meşê de, girseya gel sloganên “Em hemû Şêx Meqsûd in, em hemû Eşrefiyeyê ne, em hemû berxwedêr in” berz kirin.