DEM Partiyê li parlamentoyê êrişên li ser taxên Kurdan protesto kir

DEM Partiyê êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê li parlamentoyê protesto kir

Ji ber protestoya DEM Partiyê civîna parlamentoyê hate rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên DEM Partiyê êrişên artêşa Ereban a Sûriyeyê  yên li ser taxên Kurdan ên Helebê li Parlamentoya Tirkiyeyê protesto kir.

Koma Parlamentoyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), di civîna Civata Giştî ya Parlamentoyê de êrişên li ser taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zêd ên Helebê şermezar kir.

Parlamenterên DEM Partiyê li ser maseyên xwe dowîzên bi nivîsên “Li Helebê ji komkujiyê re na”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zêd ne bi tenê ne” bi cih kir.

Pişt re Alîkarê Wekîlê Serok ê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî axivî û got, “Li Helebê komkujî heye.

Ez bangî parlamentoyê dikim ku li hemberî vê komkujiyê hestiyar be.

Girtina biryarekê ya parlamentoyê ya li dijî vê sûcê mirovahiyê û şermezarkirina vê komkujiyê berpirsyariyek e.

Ez bangî hemû partiyên siyasî dikim ku vê berpirsyariyê bînin cih.”

Parlamenteran bi çepik û sloganan bertek nîşan da.

Ji ber ku protestoya parlamenteran berdewam kir, civîna parlamentoyê sekinî û biryara navbir da.