Li Helebê hejmara miriyan zêde dibe: 12 sivîl hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara kuştî birîndarên êrişên artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêx Meqsûd p Eşrefiyeyên yên bajarê Helebê zêde bn.
Li gorî amarên ku heta niha hatine piştrastkirin, 12 sivîlan canê xwe ji dest daye û 64 kes jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê Asayîşê eşkere kir ku êrişên dijwar ên li ser taxên Kurdan didomin.
Asayîşê ragihand ku ji ber hilweşîna avahiyan a di encama bombebaranê de, hîn sivîl di bin kavilan de ne.
Ev êriş bi rêya tank, topên hawanê û dronan li ser taxên niştecihbûnê yên ku sivîl lê dijîn tên kirin.
Komên çekdar Nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêx Meqsûdê topbaran kir
Artêşa Erebî ya Sûriyeyê êrişî nexweşxaneyeke li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kir. Li nexweşxaneyê gelek birîndar û nexweş hebûn.
Çekdarên ku ev 3 roj in bi hemû cure çekên giran êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin, vê carê nexweşxane kir hedef.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine ragihandin, çekdaran Nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêx Meqsûdê topbaran kir.
Di wê nexweşxaneyê de gelek nexweş û birîndar dihatin dermankirin. Êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê yên ji aliyê komên çekdar ve bêrawestan didomin.