Bakurê Kurdistanê ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê li ser pêyan e

Hewlêr (Rûdaw) - Li 25 bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina êrişên li ser taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê rabûn ser pêyan.

Çalakiyên berfireh bi pêşengiya DEM Partiyê, DBPyê û Platforma Saziyên Demokratîk li sê navendên sereke; Amed, Wan û Êlihê hatin lidarxistin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li Amedê beşdarî meşê bû û peyameke tund da Enqere û Şamê.

Bayindir diyar kir ku dilê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye û got:

“Vê peyamê bibihîzin; Rojava bîbika çavê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Êrişa li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û êrişa li ser Amedê ye; êrişa li ser Hewlêr, Silêmanî û Mehabadê ye.

Hesabê şaş çawa ji Kobaniyê vegeriya, dê ji Helebê jî vegere. Kurd dê li ber xwe bidin û têbikoşin.”

Li Cizîrê alozî derketin

Di xwenîşandanên li navçeya Cizîra Şirnexê de alozî derketin. Polîsê Tirkiyeyê êrişî xwenîşanderan kir û nehişt ku rojnameger dîmenan tomar bikin.

Di encama midaxaleyê de hejmarek kes hatin desteserkirin.

Li Êlihê jî welatiyan bi yekdengî êriş şermezar kirin û diyar kir ku "Rojava dê ji bo çeteyan bibe goristan."

Peyama zelal a ji ber Parlamentoya Tirkiyeyê

Parlamenterên DEM Partiyê li nav cergê Parlamentoya Tirkiyeyê bi pankartan nerazîbûna xwe nîşan da û piştre li ber avahiya parlamentoyê daxuyaniyek da.

Alîkara Wekîla Serok a Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê destnîşan kir ku her guleyeke li Helebê tê teqandin li dijî wan e û got, “Eger Tirkiye bi rastî dixwaze li Sûriyeyê tiştekî avaker bike, divê bi lez pêşiyê li van rûbirûbûnan bigire.”

Ji 6ê vê mehê ve taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi çekên giran tên bombebarankirin û amarên kuştî û birîndaran her ku diçe zêde dibin.

Platforma Saziyên Demokratîk ragihand ku heta êrişên li ser Kurdên Helebê bidomin, dê çalakiyên wan jî bidomin.