Sirri Sakik: Kesên ku guleyekê jî navêjin Îsraîlê dixwazin Kurdan qir bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik bertek nîşanî êrişên Artêşa Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan da û got, “Îsraîl 10 kîlometreyan nêzîkî Şamê ye, kesên guleyekê jî navêjin Îsraîlê, dixwazin Kurdan qir bikin.”

Artêşa Sûriyeyê ji 6ê Kanûna Paşîn a 2026an ve bi awayekî dijwar êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên Kurdan dikin.

Êrişên artêşa Sûriyeyê yên li dijî taxên Kurdan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî bûne sedema nerazîbûnan. Şeva borî li Amed, Êlih û Wanê xwenîşandan hatin lidarxistin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku kesên newêrin li dijî Îsraîlê derkevin dixwazin Kurdan qir bikin.

"Dixwazin Kurdan qir bikin"

Sirri Sakik bal kişand ser rewşa taxên Kurdan ên Helebê û got:

“Hinek kes bi salan e bi gotinên 'Em Kurdan tune bikin' ev welat û xwe westandine.

Niha cîhadî, DAIŞ û Artêşa Azad a Sûriyeyê du taxên Kurdan ên dorpêçkirî yên li Helebê bi çekên giran bombebaran dikin, tevî jin û zarokan xelkê dikujin.

Îsraîl 10 kîlometreyan nêzîkî Şamê ye, kesên guleyekê jî navêjin Îsraîlê, dixwazin Kurdên ku xwe spartine du taxan, qir bikin.”

"Ev rê şer û xwînê zêdetir dike"

Sirri Sakik di dawiya peyama xwe de hişyarî da û anî zimên:

“Ev rê şer, xwîn û rondikan zêdetir dike. Ji bilî aştiyê çi bijarde dibe bila bibe, dê hemû gelan ber bi dojehê ve bikişîne.”