Parlamentoya Kurdistan li dijî biryara hikûmetê derket
Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê li dijî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo kêmkirina mûçeyan derket û got: “Dadperwerî (edalet) ne di wê yekê de ye ku mûçeyên xizanan were kêmkirin.”
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Îbrahîm k user bi Fraksyona Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) ye. Li ser biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kêmkirina mûçeyên karmendan daxuyaniyek da.
Ceifer Îbrahîm ragihand: “Xişteya nû ya mûçeyê li ser bingehek stunî û giştî hatiye danîn ku ew yek jî arasteyek saxlem e û pêwîst e lez bê kirin, daku kerta taybet jî berpirsatiya niştîmanî ya li ser milê xwe qebûl bikin û tenê karmend nekevine bin barê kirîzê.”
Îbrahîm got: “Ewên ku di sektora taybet de zêdetirî 20 salan e dewlemend bûne, dema wê yekê hatiye ku ew jî erkê ser milê xwe rakin û rêjeyeke diyarkirî ji qazanca xwe wek zerîbeya rasterast pêşkêşî xezîneya hikûmetê bikin.”
Îbrahîm pêşniyar dike ku gellek destkariya buhayên kelûpelan û xizmetguzariyan neyê kirin û bi rêya danîna zerîbeyê li ser kelûpelan çavkaniyek baş ji dahatê re were peydakirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê rexne li biryara kêmkriina mûçeyên karmendên pile nizim digre û dibêje: “Dadperwerî di wê de nîne ku mûçeyên hejaran (xizanan) ji 500 hezar dînar kêmtir ve were kêmkirin. Pêwîst e lez bê kirin ev bend di xişteya nû ya paşekevtkirina mûçeyan de were sererastkirin.”
Ceifer Îbrahîm herwiha derbarê mûçeyên kêmendanam û şehîdan de jî dibêje: “Ji aliyê moralî û meinewî ve pêwîst e destkarî di mûçeyên kêmendaman û malbatên şehîdan de neyê kirin û li şûna wê yekê daxwaz ji şîrketên têkildar were kirin, wê rêjeyê bi dana %80 ji qazancên xwe bi xezîneya hikûmetê tije bikin, heya ku ew kirîz bi dawî tê.”
Îbrahîm herwiha daxwaz dike, ku mûçeyên pizîşk, perestar û karmendên sektora tendirustiyê jî di ber çawan re were derbaskirin û rêjeya paşekewtkirina mûçeyên wan were sererastkirin, ji ber ku bi gotina wî, pirraniya wan jî her wek pêşmergeyan di çeperê de ne.
Îbrahîm piştgîrî li mamostayan jî dike û dibêje: “Gerek îmtiyazeke meinewî ji mamostayan re were dan, ew jî bi vî awayî ku di dema asayîbûna rewşa darayî û vegerandina pereyên paşekewtkirî de nobeta destpêkê bi wan bê dan.”
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê herwiha daxwaz dike, ku hejmara wezaretên hikûmetê werin kêmkirin û ew dezgehên ku karên ji hev nêzîk in werin yekxistin. Herwiha daxwaz dike, ku sîstema xanenişniyê li Kurdistanê were sererastkirin û kesên pile taybet û rêvebirên giştî nekarin zêdetirî 4 salan li cihê karê xwe bimînin.
Ceifer Îbrahîm dide xuyakirin, ku kirîza darayî dibe ku derfetek be , daku zemîneyek baştir ji caran ji proseya siyasî re bê dîtin û arîşe bi rihekî niştîmanî bên çareserkirin û lihevkirin vegere rewşa caran daku hemû bi hev re bi rihê tîmekê kar bikin.
Îbrahîm daxwz dike, hikûmet ji proseya ku dest pê kiriye paşve nevegere û ji biryara xwe du dil nebe.
Li ser bertekên li hember biryarên hikûmetê jî, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Nabe ku ji tirsa malperên civakî û gefa hinek xelkên din eniya reformê were hilweşandin. Ewa ku di vê qonaxê de giring e, parlamento û hikûmet û hêzên siyasî yek helwest bin. Herwiha raya giştî ya Herêma Kurdistanê pêwîstî bi peyameke bilez û erênî heye.”
Ceifer Îbrahîm daxwaza yekrêziyê ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di proseya reformê de dike û dibêje: “Ew çend sal in em behsa reformê dikin. Niha pêwîstî bi yekrêzî û yekhelwestiyê heye li ser rêya reformê. Bila em Hisên li Kerbelayê bi tenê nehêlin.”