Barzanî û Samerayî li ser Mûsil û Kerkûkê muzakere kirin

09-02-2016
RÛDAW
Nîşan Barzanî Samerayî Civîn Kerkûk Mûsil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê Partiya Îslamî ya Iraqê paşeroja pêkvejiyana pêkhateyan li Mûsil û Kerkûkê gotûbêj kirin.

 

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, ku îro duşemî 8ê Sibatê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Partiya Îslamiya Iraqê Eyad Samerayî û şandeke pê re kir.

 

Mesûd Barzanî û Eyad Samerayî di vê hevdîtinê de derbarê rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê û deverê, guhertinên herî dawî û astengiyên li pêşberî pêkhateyên Iraqê de gotûbêj kirin.

 

Herwiha her du aliyan behsa pêşeroja Iraqê û çareserkirina arîşeyan, gefa komên tundrew û destwerdanên welatên derve jî kirin.

 

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha daye xuyakirin, ku Barzanî û samerayî di vê civînê de li ser mijara kontrolkirina Mûsilê û qonaxa piştî jinavçûna DAIŞê, karkirin bo nêzîkkirina pêkhateyên netewî û olî bi taybet li her du parêzgehên Mûsil û Kerkûkê jî kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst