AMED: 'Dayika min û xwişka min di bin kavilan de ne, ez dê çawa ji vir biçim'

08-02-2023
Abdulselam Akinci
AMED: 'Dayika min û xwişka min di bin kavilan de ne, ez dê çawa ji vir biçim'
AMED: 'Dayika min û xwişka min di bin kavilan de ne, ez dê çawa ji vir biçim'
Nîşan Erdheja Mereşê Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Rizgarbûyekî erdheja Amed a Bakurê Kurdistanê Ferhat Tanrıkulu ji Rûdawê re got, dayik û xwişka wî di bin xirbeyan de mane.

Ferhat Tanrıkulu ku ji erdheja Amedê bi birîndarî rizgar bû, ji Rûdawê re behsa şeva erdhejê kir.

Ferhat Tanrıkulu hestên xwe anîn ziman, “Em 5 kes bûn, li qata 2yan bûn, ez, diya xwe, xwişka xwe û birayê xwe. Piştî erdhejê nîv saetê tîma hawarçûnê ez xilas kirim. Em di valahiya pêlekanan de bûn. Em direviyan, diya min ez avêtim aliyekî, her tişt hilweşiya. Derfet nema ku em birevin. 2 saniye mabû, em ê rizgar bibana lê nebû.”

Ferhat Tanrıkulu yê ku erdhejê bi birîndarî rizgar bû her wiha anî ziman, “Em li nexweşxaneyan digerin lê wan nabînin. Nizanim mirî ne an sax in. 3 perçe beton bi ser min de ketin, tenê destê min li derve ma. Di ling û pişta min de cihên şikestî hene. Diya min û xwişka min li vir in, ez dê çawa ji vir biçim? Ez ne rehet im.”

Ferhat Tanrıkulu li ser malbata zanyarî jî dan û got, “Navê diya min Saadet e, xwişka min Demet e, hîn di bin kavilan de ne. Çend caran dengên nalînê ji diya min hatin. Paşê dengê wê sekinî.”

Ferhat Tanrıkulu diyar kir ku li vir xebat tê kirin lê kes li vir tune, ew jûra razanê bû û deriyê avahiyê jî li vir bû.

Di 6ê Sibatê de li navçeyên Pazarcik û Elbistana Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6an çêbûn.

Di erdhejê de heta niha zêdetirî 8 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane û li 10 parêzgehan ziyanên mezin çêbûne.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Mereş, Semsûr, Meletî, Dîlok, Hatay, Amed û Rihayê dewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst