Li Rojhilatê Kurdistanê xizanî û bihabûn: Jin neçarî kolberiyê dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi barekî giran û di rêyeke tijî zehmetî de, behsa êş û janên jiyana xwe dikin.

Xizanî û dijwariya debara jiyanê di vê temenî de ew kirine hevalên rêyeke tijî metirsî.

Jinên kolber ên Rojhilatê Kurdistanê her roj bi berbanga sibehê re, di nav sir û seqema sînoran de bi barekî giran bi rê ve diçin.

Amîne Rîziya ku kolber e li ser rewşa xwe got:

"Jiyan gelekî zehmet e, her tişt biha bûye.

Kîloyek şekir bi 500-600 hezar tumenî ye, birinc bi 2 milyon û 500 hezarî ye.

Wey hawar! Ez nikarim bikirim. Dest û pêyên min diêşin, hikûmet jî tiştekî nade min.

Nexwe min jî dixwest ez li malê bim û nehatima vî karî lê ez çi bikim? Ez neçar im."

"Divê me li malê bêhna xwe veda"

Heqdestê barê li ser milên wan tenê têra xerciya rojekê dike.

Ew hevjînên ku ji ber dijwariya jiyanê westiyane, di bêhnvedaneke çend xulekî de behsa wan zehmetiyan dikin ku di vê temenî de jî nahêlin ew bêhna xwe vedin.

Mihemed Emîn Mehmûdpûrê kolber li ser temenê xwe û vî karî wiha axivî:

"Temenê me nabe ku em li vir kolberiyê bikin.

Divê me di vê temenî de heta ku em diçin wê dinyayê, li malê rûniştiba û bêhna xwe veda."

Esmer Ebdullahiyê jî bal kişand ser bihabûna jiyanê û da zanîn:

"Jiyan li Pîranşarê gelekî zehmet bûye, hûr û mûr biha ne, ji ber wê em tên û kolberiyê dikin."

Sermaya berbanga sibehê ya li ser sînor, barê giran û dahata kêm, li gel giraniya peydakirina nan çîroka pişt karê her yek ji van kolberan e.

Çi qas li ser wan were gotin jî, ew taya westiyayîbûnê ya li ser rûyê wan kêm nabe.

Zêdetirî 10 hezar niştecihên herêmên sînorî ji aliyê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve karta kolberiyê wergirtine û bi awayekî fermî çûn û hatinê dikin.

Ew ji Herêma Kurdistanê hûr û mûrên xwarinê, cil û berg û amûrên ciwaniyê vediguhêzin Rojhilatê Kurdistanê.