Li Şêxanê barana gur: 30 mal û 17 otomobîlan zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) - Barana gur a ku 24 saetên dawî bariya, li navçeya Şêxanê ya Dihokê zerer da nêzîkî 30 mal û 17 otomobîlan.

Qaymeqamê navçeyê Serdar Şêx Yehya diyar kir ku ku di bûyerê de ziyanên canî çênebûne û ji bo qerebûkirina zerermendan jî aliyên pêwendîdar agahdar dikin.

Qaymeqamê navçeya Şêxanê Serdar Şêx Yehya îro dema ku serdana wan malan dikir ku ji ber barana gur zerer dîtine ji nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî re axivî.

Serdar Şêx Yehya diyar kir ku tîmên parastina sivîlan û şaredariyê saet 03:30î çûne hawara zerermendan.

Li gorî gotina Serdar Şêx Yehya, di vê karesata xwezayî de ti ziyanên canî çênebûne lê ji ber bilindbûna asta avê zerer gihiştiye nêzîkî 30 mal û 17 otomobîlan.

Qaymeqamê Şêxanê amaje bi sedema bilindbûna asta avê ya di dema baranê de kir û got:

“Di binesaziya avê ya taxan de ti pirsgirêkeke xizmetguzariyê nîne, berevajî vê yekê di demeke kurt de baraneke zêde bariya û bû sedema vê karesata xwezayî.”

Tîmên parastina sivîlan û jîngehparêz mijûlî paqijkirina kolan û malên zerermendan in.

Serdar Şêx Yehya her wiha destnîşan kir ku hikûmeta federal a Îraqê ji qerebûkirina zerermendan berpirsyar e û dê aliyên pêwendîdar bi awayekî fermî ji qebareya ziyanê bên agahdarkirin.

Ev çend roj in pêleke baranê Herêma Kurdistanê girtiye ber xwe.

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê, di 24 saetên dawî de li navçeya Şêxanê 52 milîmetre baran bariye.

Her wiha li gorî Saziya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê, sibê li tevahiya Herêma Kurdistanê baran dibare û rêjeya baranê dê li îdareyên serbixwe yên Zaxo, Soran û Raperînê zêdetir be.