Platforma Neteweyî ya Kurdan hat ragihandin: Sidki Zîlan behsa armancên platformê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Platforma Neteweyî ya Kurdan û hiqûqnas Sidki Zîlan, di bultena Rûdawê de behsa armanc û xebatên platforma nû kir û ragihand ku armanca wan a sereke avakirina yekîtiya Kurdên Bakurê Kurdistanê ye.
Zîlan teqez kir ku ew dixwazin bi rêyên yasayî, şefaf û dûrî tundiyê doza mafên neteweyî yên Kurdan bikin.
Sidki Zîlan di bersiva pirsên Rûdawê de hûrgiliyên xebata xwe û nexşerêya platformê eşkere kirin.
“Pêdivî bi aqilekî hevbeş û yekîtiyê heye”
Sidki Zîlan diyar kir ku avakirina vê platformê ne luks e, lê pêdiviyek e û got:
“Di nava 10 salên dawî de li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê gelek bûyer qewimîn.
Gelê me agahdar e. Di dîrokê de, wekî mînaka sala 2005an bi navê ‘Tev-Kurd’ hewldanek hebû lê piştî 7-8 salan negihişt armanca xwe.
Niha em dixwazin bi aqilekî hevbeş û fikreke azad, yekîtiya Kurdên Bakur û yên li metropolên Tirkiyeyê ava bikin.”
Zîlan destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku hemû pêkhateyên li Bakurê Kurdistanê (Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî) hembêz bikin lê divê aktorê sereke Kurd bin û got, “Heger Kurd pêşengiyê nekin, mafê kêminan jî nayê parastin. Armanca me dadmendî, azadî û wekhevî ye.”
“Nexşerê dê di kongreyê de were diyarkirin”
Parêzer Zîlan derbarê nexşerê û daxwazên platformê de diyar kir ku ew wekî destpêker biryara dawî nadin lê dê di civîn û kongreya ku bê lidarxistin de biryar bê dayîn.
Zîlan di berdewamiyê jî de got, “Em dê bang li rûspî, siyasetmedar, partî û saziyan bikin.
Kesên hazir dê nexşerêyê diyar bikin. Dê daxwazên me ji Enqereyê û ji bo gelê me zelal bibin.
Cîhan eleqedarê meseleya Kurdistanê ye lê divê em pêşî li ser lingên xwe bisekinin û yekîtiya xwe ava bikin, paşê em dikarin daxwaza alîkariyê ji kesên adil û parêzvanên mafên mirovan bikin.”
“Em mafên neteweyî yên wekî yên Ereb û Tirkan dixwazin”
Li ser pirsa “Gelo daxwaza we tenê mafên çandî ne yan mafên siyasî yên neteweyî ne?”, Sidki Zîlan bersiveke zelal da û got:
“Kurd milet in. Li gorî hiqûqa navdewletî mafê her miletekî çi be, yê me jî ew e.
Em nikarin sînoran daynin. Ereb, Tirk û miletên din xwedî çi mafî bin, Kurd jî xwedî heman mafî ne (Dîrok, ziman, ax). Em dê li gorî derfetan û îradeya gelê xwe nexşerêya xwe diyar bikin.”
“Rêya tundiyê girtî ye, em dê yasayî û şefaf bixebitin”
Zîlan bal kişand ser şêwaza xebata xwe û bi eşkereyî rêya tundiyê red kir û got:
“Rêya tundiyê li pêşiya me girtî ye. Em dê bi awayekî yasayî û şefaf bixebitin.
Kurdên Bakur û yên li metropolan, ji 50 sal in ji ber tundiyê aciz bûne.
Tundî xizmeta doza Kurdistanê nekiriye. Em li derveyî vê mijarê ne. Bêyî ked û yekîtiyê, em nikarin bigihîjin azadiyê.”
Helwesta li hemberî destûra nû û partiyên din
Zîlan derbarê destûra nû ya Tirkiyeyê de got: “Heger destûra nû hebûna Kurdan û mafên wan qebûl bike, em dê piştgiriyê bidinê.
Heger wekî destûrên 1924, 1961 û 1982yan me înkar bike, em pê re eleqedar nabin.”
Zîlan di dawiyê de, peyamek da partiyên heyî jî û got: “Pêdiviya hemû aliyan bi nîqaşê heye. Em ne li dijî ti partiyê ne.
Em dixwazin hemû hêzên Kurd, partî û sazî bi hev re li ser maseyê rûnin û bi aqilekî hevbeş tevbigerin.
Heger hinek bêjin em ne amade ne, aliyê ku amade ye divê bimeşe, ji ber ku ev meseleyeke neteweyî ye.”